Welatiyên Dêrazorê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin

Bi sedan welatiyên deverên Hecîn û Ebû Xeşeb beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyên 6 şervanên QSD'ê bûn ku di Şerê Tunekirina Terorê de di çarçoveya xebatên rizgarkirina Hecînê de şehîd bûbûn.

Welatiyên Dêrazorê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
Welatiyên Dêrazorê şehîdên Şerê Tunekirina Terorê oxir kirin
29 îlon, 2018   12:12

DÊRAZOR

Welatiyên deverên Hecîn û Ebû El-Xeşeb û gundên girêdayî Dêrazorê beşdarî merasîma oxirkirina şehîdên QSD'ê yên bi navên Yûsif El-Hemadê (Şamil), Yûsif El-Mixelef (El-Dîb), Ebid El-Salih (Seyad), Mistefa El-Dirih, Tirkî El-Ehmed (Welat Hecîn) û Ebdilkerîm Mihemed bûn.

Merasîma cenaze bi deqeyeke rêzgirtinê û toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD'ê ve dest pê kir. Paşê fermandarê QSD'ê Dilşêr axivî û wiha got: "Em rojane gulekê di baxçeyê şehîdan de diçînin bi saya fedakariya van şehîdan herêm tê rizgarkirin û berxwedana li dijî dagirker û hovan didome."

Di merasîmê de endama Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Îman El-Ehmed axivî û wiha got: "Şehîd namirin. Em soz didin ku rêya van şehîdan bişopînin û welatekî azad ji nifşên nû re ava bikin."

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wîsal Hezah, li ser navê Mala Jinan a Dêrazorê Hesna El-Hemed, rêveberê meclisa gundê El-Kebir Mihemed Necim û rêveberê meclisa bajarokê Ebû Xeşeb Mihemed El-Fenan di merasîmê de axivîn. Axaftvanan behsa fedakariya şehîdan kir û da zanîn ku bi saya fedakariya wan, pêkhateyên herêmê azad bûne û soza şopandina rêya şehîdan dubare kirin.

Piştre belgeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de welatiyan bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û tilîliyên dayikan cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê ya li bajarokê Ebû El-Xeşeb, spartin axê.

ANHA