Iraqê bang li civaka navneteweyî kir ku helwesta xwe li dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê nîşan bide

Iraqê  bang li civaka navneteweyî kir ku helwesteke cidî li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê yên li axa Iraqê  nîşan bide û gefxwarinên Îsraîlê red kirin.

Iraqê bang li civaka navneteweyî kir ku helwesta xwe li dijî destdirêjiyên Tirkiyeyê nîşan bide
29 îlon, 2018   10:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Iraqê  Îbrahîm El-Caferî bang li civaka navneteweyî kir ku bi awayekî micid helwesta xwe li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê li ser axa Iraqê nîşan bide û di heman demê de gefxwarinên serokwezîrê Îsraîlê li dijî Iraqê red kirin.

El-Caferî di axaftina xwe de ya li pêşiya Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Newyorkê wiha got: "Me bi fedakariyan welatê xwe rizgar kir. Em ji bo jinûveavakirinê û çespandina saziyên dewletên piştî serkeftina li hemberî DAIŞ'ê dixebitin."

Wezîrê karên derve yê Iraqê destdirêjiyên Tirkiyeyê li ser axa Iraqê red kirin û bang pêwîstiya rêzgirtina ji serweriya Iraqê re kir û got ku di heman demê de Iraq ji bo têkiliyên baş bi Enqereyê re baldar e, lê ev nayê wateya ku destdirêjiyê li serweriya Iraqê  bike.

El-Caferî daxuyaniyên Binyamîn Natanyaho ku îdia dike ku hêzên Îranê di Iraqê de hene red kirin û got ku ew bikaranîna Konseya Giştî li dijî ewlehiya Iraqê qebûl nakin.

El-Caferî diyar kir ku Iraq niha di qonaxeke nû ya demokrasiyê de ye û bang li civaka navneteweyî kir ku sozên xwe yên ji bo jinûveavakirinê pêk bîne.