Pêşangeha Şopdarên Rojê li Rimêlanê didome

Navenda Şopdarên Rojê pêşengeha xwe ya wêneyan a li ser asta Bakurê Sûriyeyê didomîne. Îro jî pêşengeh li bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin.

Pêşangeha Şopdarên Rojê li Rimêlanê didome
29 îlon, 2018   10:46

QAMIŞLO

Navenda Şopdarên Rojê pêşangeha xwe li ser asta Bakurê Sûriyeyê didomîne. Îro jî pêşangeh li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan a girêdayî kantona Qamişlo vekir. Roja yekem a pêşangehê beriya du rojan li bajarê Dêrikê bû. 

Bi dehan kesên ku ji hunerê hez dikin, malbatên şehîdan, hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanên YPJ/YPG`ê, nûnerên meclis û saziyên sivîl beşdarî vekirina pêşangehê bûn.

Endamên Navenda Şopdarên Rojê Nejbîr Berxwedan û Reşo Kasan destnîşan kir ku di pêşangehê de rihê berxwedana hêzên parastina Rojava û Bakurê Sûriyeyê her wiha têkoşîna gel li dijî sîstemên dîktator diyar dibe.

Nejbîr Berxwedan û Reşo Kasan di axaftina xwe de diyar kir ku ew aliyekî têkoşîna şervanên YPJ/YPG`ê û wêneyên ji jiyana şêniyên Bakurê Sûriyeyê ku di rêya wêneyên xwe re diyar dikin. Reşo Kasan destnîşan kir ku pêşangeha wan diyarî ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê ye.

Pêşangehheta saet 19:00`an vekirî ye. Tê payîn ku pêşangeh dê piştî du rojan li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê were lidarxistin û dê li tevahî bajarên Bakurê Sûriyeyê bigere.

(bx)

ANHA