Salvegera PYD`ê li Silêmaniyê hate pîrozkirin

Şêniyên bajarê Silêmaniyê û Rojava, nûnerên partiyên Rojava û partiyên Kurdistanê 15'emîn salvegera avakirina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li Silêmaniyê pîroz kir.

Salvegera PYD`ê li Silêmaniyê hate pîrozkirin
Salvegera PYD`ê li Silêmaniyê hate pîrozkirin
Salvegera PYD`ê li Silêmaniyê hate pîrozkirin
29 îlon, 2018   10:38

SILÊMANÎ

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, paşê hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê Xerîb Hiso, nûnera Kongreya Star a herêma başûrê Kurdistanê Cîhan Xelîl, hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê Enwer Mislim, hevseroka Tevgera Azadiyê Şîlan Şakir û nivîskarê Kurd Mihemed Emîn Bincowînî di şahiyê de axivîn.

Axaftvanan xêrhatina mêvanan kir û armanca avakirina partiyê û  kar û xebatên partiyê vegotin. Her wiha di axaftinan de, behsa giringiya pêngava avakirina PYD`ê, rola partiyê, berpirsyariya ku PYD`ê  girtiye ser milên xwe, hate kirin. Di heman demê de, axaftvanan da zanîn ku PYD bû xwedî hêzeke siyasî û rêxistinî ku dikare projeyên çareserkirina aloziya Sûriyeyê û doza Kurdan bide.

Di dawiya şahiyê de, Koma Miştenûr a muzîkê gelek stran pêşkêş kirin.

(jo)

ANHA