Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Der barê hevpeymana Soçiyê ya taybet bi Idlibê de nakokî di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de derketin. QSD'ê hemleya xwe li dijî çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê didomîne. Li Iraqê partiyên şîayî ji encama diyarkirina namzetên xwe ji bo serokwezîr re nêzîk dibin û şansê Adil Ebid El-Muhdî bi alîkariya hevbendiyên Saîrûn û El-Fetih zêde dibe.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
29 îlon, 2018   10:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de yên der barê hevpeymana Idlibê û hebûna Amerîkayê di Sûriyeyê de û hemleya Bagera Cizîrê kir. Rojnameyan her wiha behsa hilbijartina serokkomar û wezîrên Iraqê kir. Rojnameyan bal kişand ser mijara serdana Erdogan a Almanyayê û nakokiyên di navbera her du aliyan de û gelek mijarên din.

El-Heyat li ser navê Washingtonê: "Heta Îran li Sûriyeyê be em ê jî di Sûriyeyê de bimînin"

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa mijarên Sûriyeyê û gelek mijarên din wekî tevgerên Amerîkayê yên der barê dosya Sûriyeyê de kir. Rojnameya El-Heyat ragihand ku rayedarê Amerîkayê yê taybet ji bo dosyeya Sûriyeyê James Jeffrey da zanîn ku heta Îran di Sûriyeyê de ye, Amerîka dê di Sûriyeyê de bimîne. Jeffrey behsa rola Amerîkayê kir û got ku ne pêwîst e leşkerên Amerîkayê di Sûriyeyê de bimînin û di van demên dawîn de rayedarên mezin ên Amerîkayê pêşniyar kirine ku hêzên Amerîkayê di Sûriyeyê de bimînin da ku li hemberî serweriya Îranê derkevinî eger Îran di Sûriyeyê de bimîne. Ev yek dê bi awayekî bingehîn mîsyona wê di Sûriyeyê de biguherîne.

Şerq El-Ewsat: Nakokiyên Rûsya û Tirkiyeyê der barê şîrovekirina hevpeymana Idlibê de

Rojnameyên îro behsa hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de kir û rojnameya Şerq El-Ewsat xwe spart çavkaniyên xwedî agahî û got ku 4 xalên binakok di navbera Moskov û Enqereyê de der barê şîrovekirina hevpeymana Soçiyê ya di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de hene.

Çavkaniyan diyar kir ku Moskoyê, Tehran, Şam û Enqereyê agahdar kirine ku eger soza xwe pêk nînin dê tavilê dest bi çalakiya leşkerî û bombebaranê bike.

Çavkaniyan ji rojnameyê re diyar kir ku nakokiya sereke girêdayî kûrbûna devera tampon e ku di navbera 15 û 20 km’yan de ye. Moskov hewl dide Idlibê û bajarên sereke wergire û Enqereyê jî ev yek red kir. Nakokiya duyemîn jî rêyên sereke yên di navbera Heleb – Laziqiyê û Heleb – Hemayê de ne. Rûsya dixwaza wekî beriya dawiya îsal ji Şamê re vegerin. Enqere jî xwe bi çavdêriya Rûsya û Tirkiyeyê li ser van rêyan ve girê dide. Nakokiya sêyemîn jî girêdayî çarenûsa kesên radîkal e, Enqere dixwaze wan veguhêze herêmên Kurdan û Moskov jî dixwaze van kesên biyanî bikuje. Her du alî der barê dema hevpeyama Soçiyê de bi nakok in. Çavkaniyan diyar kir ku Moskov demkî dixwaze wekî herêmên kêmşer û Enqere jî dixwaze ev hevpeyman hemdemî be, wekî herêmên Mertalê Firatê û Şaxê Zeytûnê.

El-Heyat: QSD dorpêça li ser DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê teng dike

Rojnameya El-Heyat girêdayî çalakiya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rojhilatê çemê Firatê "Şerê Tunekirina Terorê" ragihand ku şervanên QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî dorpêça li ser DAIŞ'ê teng dike û li gorî daxuyaniyeke QSD'ê şervanên wan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê pêşve diçin û derbeyên giran li komên terorîstan dane. Her wiha 17 xal bi dest xwe ve anîne û 3 baregehên cebilxaneyên çeteyan hilweşandine û miqdareke mezin ji cebilxaneya çeteyan bi dest xwe ve anîne piştî ku çete reviyan.

El-Heyat: Civîna partiyên Talebanî û Barzanî ji bo encamdayîna namzetê serokkomarê Iraqê

Rojnameyên erebî behsa mijarên Iraqê û çalakiya siyasî ya avakirina hikumetê kir û bal kişand ser lihevkirina partiyên şîayî yên Iraqê ji bo namzetê serokwezîr. Rojnameya El-Heyat diyar kir ku partiyên şîayî li hev kirine û diyar kir ku şansê Adil Ebid El-Muhdî bi hevkariya hevbendiyên Saîrûn û El-Fetih zêde bûye. Ji aliyekî din ve dema encamdayîna namzetê paya serokkomariyê nêzîk dibe û her du partiyên kurdî yên sereke Yekitî Niştimanî Kurdistan û Partî Demokratî Kurdistan li hev civiyan da ku namzetê serokkomar diyar bikin. Nêrîna di navbera herdu partiyan de jî ji hev dûr dibin.

Şerq El-Ewsat: Di navbera Enqere û Berlînê de nakokiyên kûr

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat behsa nakokiya têkiliyên di navbera Almaniya û Tirkiyeyê de kir û destnîşan kir ku tevî germbûna pêşwazîkirina serokê Tirkiyeyê Receb Tayîp Erdogan li Berlînê lê dîsa jî nakokiya têkiliyan di navbera her du welatan de serwer bûn. Angela Merkel banga serbestberana 5 rojnamevanên Alman ku li Tirkiyeyê girtî ne kir.

El-Heyat: Amerîka û dewletên Ereb soz da ku li hemberî gefxwarinên Îranê derkevin

Girêdayî nakokiya têkiliyên Amerîka û Îranê rojnameya El-Heyat diyar kir ku Amerîka hevpeymanek bi dewletên Erebî re ragihand ku dê li hemberî gefxwarinên Îranê li dijî herêmê û Amerîka derbikevin. Nemaze piştî ku Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê ragihandin ku dê tola xwe ji Washingtonêê û hevkarên wê piştî êrîşa Ehwaz hilînin.