Washington gefa cezayên hişk li rêjîma Sûriyeyê dixwe

Nûnerê Amerîkayê yê taybet ji bo kar û barên Sûriyeyê James Jeffrey gefên cezayên hişk û stratejîk li rêjîma Sûriyeyê xwarin heke çalakiya siyasî ya ji bo bidawîkirina şer di Sûriyeyê de asteng bike.

Washington gefa cezayên hişk li rêjîma Sûriyeyê dixwe
29 îlon, 2018   09:24

NAVENDA NÛÇEYAN

Washington li rex hin dewletên Ewropa û Rojhilata Navîn ji bo cezayên hişk li ser rêjîma Sûriyeyê ferz bike tev digere, eger hevkariyê ji bo amadekirina destûreke nû neke da ku hilbijartin bêne lidarxistin.

Kanala RT ya Rûsyayê li ser navê nûnerê Amerîkayê yê kar û barên Sûriyeyê James Jeffrey wiha ragihand: "Washington li rex hin dewletên Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn ji bo cezayên hişk li ser Şamê ferz bike tev digere, eger hikumeta El-Esed hevkariyê ji bo nivîsandina destûreke nû neke da ku hilbijartin bêne lidarxistin."

Jeffrey destnîşan kir ku eger rêjîma Sûriyeyê van astengiyên xwe pêk bîne, dê bi heman rêbazên ku Îran beriya sala 2015'an ceza kirine dê wê jî ceza bikin û wiha domand: "Eger Konseya Ewlehiyê jî van cezayan erê neke, em ê bi hevkariya Yekitiya Ewropayê û hevkarên xwe yên li Asyayê pêk bînin û ji bo jiyana vê rêjîma lawaz bibe em ê bixebitin. Em ê bihêlin ku Rûsya û Îran jî ji ber wê birevin."

Hêjayî gotinê ye ku Koma Biçûk a ji bo Sûriyeyê "ragihandina rêgezan" danî da ku çareseriyekê ji rewşa Sûriyeyê re peyda bikin û di nava wê de "diyarkirina serweriyên serok û desthilatdariya nenavendî di Sûriyeyê de û beşdardkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo aktîfkirin û pêkanîna çaksaziya destûrî” jî heye.