El-Qeftan: Armanca me pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye

Serokê Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê di civîneke de ku ji welatiyên gundê El-Xeşxaşe re hate lidarxstin, destnîşan kir ku armanca partiya wan pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye.

El-Qeftan: Armanca me pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye
El-Qeftan: Armanca me pêkanîna aştiyê li Sûriyeyê ye
29 îlon, 2018   09:40

KOBANÊ

Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê li gund û bajarokên herêma Firatê ji bo şîrovakirina armancên partiyê civînan li dar dixe. Duh partî bi rûspî û şêniyên Eşîra El-Emîrat li gundê El-Xeşxaşe re civiya.

Li gund ku li rojhilatê çemê Firatê dikeve, eşîra El-Emîrat dimîne ku ji mezintirîn eşîrên herêmê ye.

Di civînê de serokê partiyê Ibrahîm El-Qeftan, serokê buroya partiyê ya herêma Firatê Azad Oso û cîgira wî Semîra Elî û bi dehan rûspiyên eşîra El-Emîrat û welatiyên gund amade bûn.

Di civînê de El-Qeftan axivî û da zanîn ku yek ji armancên sereke yên Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ye ku dûrî şer bikevin û destnîşan kir ku partiya wan hewl dide bingeheke gelêrî ya mezin ava bike da ku aştiyê li herêmê bidin rûniştandin û Sûriye ber bi rêyeke baştir ve bibin û dûrî desthilatdariya ku partiya Baas pêk dianî, bibin. Civîn bi axaftinên rûspiyên eşîrê bi dawî bû.

Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê di 28'ê Adara 2018'an de hate avakirin. Partî bi sedan welatiyên gundan ji herêmên cuda ji Sûriyeyê civiya û armancên partiyê û rewşa herêmê şîrove kirin.

(jo)

ANHA