Koçberên Hecînê: DAIŞ`ê li her deverê mayîn çandine û nahêlin kes derkeve

Hejmarek ji koçberên Hecînê yên xwe gihandine kampa Îwayê tekez kirin ku çeteyên DAIŞ‘ê mayîn li her deverê çandine da ku ti kes nikaribe ji herêmê derkeve. Koçberan destnîşan kirin ku ji bilî Meclisa Sivîl a Dêrazorê û QSD‘ê tu rêxistinan alîkarî neşandine.

Koçberên Hecînê: DAIŞ`ê li her deverê mayîn çandine û nahêlin kes derkeve
Koçberên Hecînê: DAIŞ`ê li her deverê mayîn çandine û nahêlin kes derkeve
Koçberên Hecînê: DAIŞ`ê li her deverê mayîn çandine û nahêlin kes derkeve
29 îlon, 2018   05:21

DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Pêla koçberiyê ya niştecihên bajarokê Hecînê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê ber bi herêmên di bin serweriya QSD‘ê ve didome.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê ji bo koçberan kampa "Îwa" vekirin, piştî çend rojan ji vekirina kampê nuqteyeke tenduristiyê vekir û xwarin û vexwarin pêşkêşî koçberên herêma Hecînê dike.

Nuqteya tenduristiyê ya girêdayî Hevya Sor a Kurd li gorî derfetên heyî nexweşan derman dikin û nexweşên rewşên giran radike nexweşxaneyên Bakurê Sûriyeyê.

Yek ji koçberên kampê ji ajansa me re diyar kir ku çeteyên DAIŞ‘ê li her deverê mayîn bi cih kirine da ku nehêlin kes ji herêmê derkeve û got:”Hin sivîlên ku ji herêmê derketin mayîn bi wan ve teqiyane û termên wan li ser rê avêtine.”

Heman koçberî diyar kir ji dema hatin kampê, ji bilî şervanên QSD û Meclisa Sivîl a Dêrazorê Tu rêxistinan xwarin û vexwarinê pêşkêşî wan nekirine, her wiha destnîşan kir ku koçber ne hene nexweş in û pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Koçberî di dawiya axaftina xwe de bang vekirine korîdorekî ewlehî  li herêmên ku ji aliyê DAIŞ‘ê ve dagir kiriye, kir û wiha pê de çû: "Nêzî 5 hezar kes li herêma El-Sûsa, Şefê, Hecîn asê mane, em bi hêvî ne ku kerîdoreke bi ewle ji bo wan were vekirin. "

Koçbereke jin jî ji aliyê xwe ve got: "Ji beriya 3 mehan ve me hewl da ji herêmê derkevin, hê jî hin kes hene asê mane, ji ber mayînan nikarin derkevin, xizmên me û gelek şêniyên herêmê mane nikarin derkevin."

(bb)

ANHA