ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29.09.2018
29 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina dagirkerî û bêdengiya navneteweyî derbarê Efrînê de, şêniyên bajarê Hesekê di saet 09:30`an de meşekê lidar bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên navçeya Til Hemîs şervanê Erkaxweparastinê Mihemed Îbrahîm El-Deham ku dema li herêma Dêrikê li ser erkê xwe bû şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Raxib El-Etiye oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hejmarek ji koçberên Hecînê yên xwe gihandine kampa Îwayê tekez kirin ku çeteyên DAIŞ‘ê mayîn li her deverê çandine da ku ti kes nikaribe ji herêmê derkeve. Koçberan destnîşan kirin ku ji bilî Meclisa Sivîl a Dêrazorê û QSD‘ê tu rêxistinan alîkarî neşandine.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gelê  herêma Serêkaniyê nikarin ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 600 metre nêzî sinor bibin, ji ber wê jî nikarin erdê xwe biçînin û pezê xwe biçêrînin. Gelê gundên Serêkaniyê diyar kir ev yek zilm e, armanca dewletê ew e ku ji axa wan derxistine.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Rêjîma Sûriyeyê bi îsrara xwe ya di çareserkirina leşkerî de ji bo aloziya Sûriyeyê, krîzê kurtir dike û hîşt ku dewletên çavbirçî destwerdana karûbarên Sûriyeyê bikin da ku bi çarenûsa gelan bilîzin. Rêjîm bi van nêzîkatiyên xwe Sûriyeyê ber bi şerekî bi wekaletan a navneteweyî ve dibe.(BI WÊNE)

POLÎTÎKA

-PYD`ê bi endamên xwe û şêniyên kantona Girê Spî re dicive û rewşa dawî ya herêmê û asta rêxistinkirina partiyê li herêmê wê werin nirxandin. Hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen jî wî tevlî civînê bibe. Saet 10:00(BI WÊNE Û DÎMEN

-Hevpendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûrî şaxê Helebê, semînereke siyasî Ii eywana Şêxmeqsûd a li herêma El-Şiqeyîf lidar dixe. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Yek ji rêveberên Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya kantona Efrînê Zêrîn Dengelî got: "Civaka îdîa dike ku ew bi fikar in ku karîseteke mirovî li Idlibê pêk were, lê ji bîr kirine ku karîsta herî mezin li Efrînê ye."(BI WÊNE Û DÎMEN)

INFOGRAFÎK

- Li Bakurê Sûriyê gelek bûyerên girin rû dan. Ji wan  çalakiyên şervanên YPG`ê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, rizgarkirina gundê Baxoza Jorîn di Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de û lihevkirina li ser berdewamiya xebatên hevbeş ên partiyên siyasî yên Kurdî li Bakurê Sûriyê.

JIN 

-Weqfa Jina Azad a Rojava wê pêşengeheke karê desteyan û tiştên ku zarokan çêkirî li Baxçeyê Arî ya bajarê Qamişlo di saet 10:00`an de vebike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mala Jin a navçeya Çilaxa li gorî pransîpên dada civakî, her wiha bêyî destwerdana dadgehan pirsgirêkên jinan çareser dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya hemleya rizgarkirina Efrînê di roja çaremîn de li kantona Şehbayê dewam dike. Vê carê wê li navçeya Fafînê ya girêdayî kantona Şehbayê çalakiyên hunerî werin pêşkêşkirin. Saet 16:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Dika şano ya navenda çand û hunerê ya Tebqayê ku yek ji mezintirin salonên şanoyê li Sûriyê ye, lê ji ber êrîşên hewayî yên rejîma Sûriyê hate wêrankirin. Rêveberiya navenda çand û hunerê amadekariyên pêşkêşkirina şanoya zarokan li ser dika wêrankirîk, dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Destên xwe yên biçûk tevî temenê xwe yê biçûk, li hemberî hezkirin û fêkirina alava Gîtarê nebû asteng. Ew dibînin ku ev destpêka pêkanîna xewna wî ye, armanca wî di demên pêş de bibe hunermenekî pispor di lêxistin Gîtarê de û peymangehekê ji bo perwerdekirina mûzîkê vebike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya kampa Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî diyar kir ku hejmara koçber û penaberên di kampê de hîna 13 hezar e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Tenduristiyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku nexweşiyên iltîhabata mede û roviyan, her wiha keverên gurçikan zêde bûne û sedema vê yekê aşkere kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA