‘Ditirsin karesateke mirovî li Idlibê çêbe, lê karesata herî mezin li Efrînê ye’

Rêveberê Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya kantona Efrînê Zêrîn Dengelî wiha got: "Civaka îdia dike ku ew bi fikar in ku karesateke mirovî li Idlibê pêk were, ji bîr kirine ku karesata herî mezin li Efrînê ye."

‘Ditirsin karesateke mirovî li Idlibê çêbe, lê karesata herî mezin li Efrînê ye’
29 îlon, 2018   06:09

FÎDAN ABDULLAH / ŞEHBA

Yek ji rêveberên Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya kantona Efrînê Zêrîn Dengelî di hevdîtineke xwe li gel ajansa me de rûdanên li ser asta Sûriyeyê, bi taybet Efrînê û Idlibê nirxandin.

Zêrîn di destpêka axaftina xwe de îşaret bi aloziya Sûriyeyê û bûyerên li Idlibê rû didin kir û wiha got: "Di şopandina gengeşeyên dawîn li ser asta Sûriyeyê de derdikeve holê ku dewletên binakok li qada Sûriyeyê dixwazin temenê aloziya herêmê dirêj bikin."

Zêrîn Dengelî bi bîr xist ku hemû komên çekdar û terorîst li Idlib, Cerablus, Ezaz û gundên Babê hatin komkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi ragihandina operasyona rizgarkirina herêmê ji terorîstan re dê dawî li terorîstan were, lê berjewendiyên dewletên derve bi dawî nabin, welatên derve destekê didin terorîstên li Idlibê, ji ber ku dizanin ku bi rizgarkirina Idlib ji terorê dê rola dewletên derve jî bi dawî bibe."

Tirkiye bi navê "parastina sivîlan" planên xwe pêk tîne

Têkildarî destwerdana Tirkiyeyê li Idlibê Zêrîn ev tiş anî ziman: "Tirkiye îdia dike ku ji ber pêkanîna operasyonên leşkerî li Idlibê karesateke mirovî dê çêbe. Lê armanca Tirkiyeyê planên xwe di Sûriyeyê de pêk bîne, raya giştî jî bi van daxuyaniyan hatiye xapandin."

Zêrîn got îdia dikin ku dê karesateke mirovî li Idlibê pêk were lê karesata herî mezin li Efrînê rû dide.

Zêrîn bal kişand ser Efrînê ku ji dema êrîşên hezên dagirker ve heta bi dagirkirinê û wiha pê de çû: "Efrîn rastî êrîşên herî dijwar hat, dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê li hemberî sivîlan bi balafiran êrîş kirin û komkujî pêk anîn, niha li Efrînê karesateke mirovî heye ku jiyana sivîlên li wir asê mane di xetereyê de ye, ev xetere roj bi roj girantir dibe."

Bêdengiya navdewletî

Zêrîn her wiha destnîşan kir ku heger civaka navdewletî mîna Idlibê li hemberî komkujî û hovîtiya dagikeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê yên der heqê sivîlên Efrînê de helwest nîşan bida, karesata ku îro li Efrînê rû dide, dê çênebûya.

Yek ji rêveberên Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya kantona Efrînê Zêrîn Dengelî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk banga hevgirtinê li tevahî gelê Sûriyeyê û aliyên aştîxwaz ên dixwazin alozî bi rengekî aştiyane çareser bibe, kir.

(bb)

ANHA