Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya rizgarkirina Efrînê di roja sêyemîn de ye

Çalakiyên hunerî yên ji  bo piştgiriya rizgarkirina  Efrînê di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike. Di vê çarçoveyê de, komên hunerî hunerên xwe li gundê Babins ê kantona Şehbayê pêşkêş kirin. 

Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya rizgarkirina Efrînê di roja sêyemîn de ye
Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya rizgarkirina Efrînê di roja sêyemîn de ye
Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya rizgarkirina Efrînê di roja sêyemîn de ye
Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya rizgarkirina Efrînê di roja sêyemîn de ye
Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya rizgarkirina Efrînê di roja sêyemîn de ye
Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya rizgarkirina Efrînê di roja sêyemîn de ye
28 îlon, 2018   18:15

ŞEHBA

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrînê çalakiyên hunerî ji bo piştgiriya hemleya rizgarkirina Efrînê di bin dirûşmeya”Bi rêgezên Netewa Demokratîk têkoşîn bikin da ku Efrînê rizgar bikin”dewam dike.

Çalakiyên hunerê îro di roja sêyemîn de li gundê Babins ê girêdayî kantona Şehbayê hate lidarxistin. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, endamê Tevgera Çand û Hunerê Ciwan Hesen axivî û da zanîn ku çand nasnameya mirovan e, pêwîste mirov nasnameya xwe biparêze, ji ber ku dagirkeriya Tirkiyê bi rêya êrîşên li ser Efrînê û guhartina demografiyê, dixwaze nasnameya gelê Efrînê ji holê rabike.

Hesen tekez kir ku Efrîn wê ji dagirekeriya Tirkiyê û çeteyên wê rizgar bibe.

Paşê, koma Çiyayê Kurmênc a dîlanên filoklorî ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk dîlanên kurdî pêşkêş kir.

Piştre, şanoyek bêdeng derbarê berdewamiya berxwedanê û hevgirtinê di nava civakê de hate pêşkêşkirin. Her wiha Koma Afrinerên Hêviyê şanoyek derbarê bi hevgirtinê hêza mirovan xurt dibe û bi cûdahî hêza mirovan lawaz dike, pêşkêş kir.

Koma Çiyayê Mîra jî stranên xwe yên şoreşgerî derbarê Berxwedana Serdemê de gotin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Tê payîn ku ev çalakî wê 5 rojên din jî li navçeyên Fafîn, Ehdas, Ehres, Aqîbe û Xirbek  ên navçeya Şêrawa dewam bikin.

(kc)

ANHA