Zilma dewleta Tirk li ser gelê Serêkaniyê …

Gelê  herêma Serêkaniyê nikarin ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker 600 metre nêzî sinor bibin, ji ber wê jî nikarin erdê xwe biçînin û pezê xwe biçêrînin. Gelê gundên Serêkaniyê diyar kir ev yek zilm e, armanca dewletê ew e ku ji axa wan derxistine.

Zilma dewleta Tirk li ser gelê Serêkaniyê …
Zilma dewleta Tirk li ser gelê Serêkaniyê …
Zilma dewleta Tirk li ser gelê Serêkaniyê …
Zilma dewleta Tirk li ser gelê Serêkaniyê …
29 îlon, 2018   04:15

BÊRÎTAN MEDUSA – SOZDAR XELÎL / HESEKÊ

Herêma Serêkaniyê dikeve ser sinorê navçeya Kaniya Xezalan a bajarê Rihayê li  Bakûrê Kurdistanê. Dirêjiya Serêkaniyê ku dikeve ser sinorê Bakûrê Kurdistanê 70 km ye. Piştî ku herêma Serêkaniyê di 2013’ an de ji çeteyên Cebhet El- Nusra hat rizgarkirin, dewleta Tirk a dagirker ku hevkarê çeteyan e, diwarek bi beton ku 3 metre dirêj, 2 metre fireh danî.

Dewleta dagirker ev 5 salin êrîşî gelê Serêkaniyê dike. Li hinek cihan 1000 metre, li hinek cihan 600 metre û li hinek cihan jî 50 metre gel nikare bikeve nava axa xwe. Leşkerên dewleta dagirker guleyan diavêje zarok, jin, kal, ciwan û heta lawiran jî. Gelê herêmê jî ev 5 salin nikarin ji ber dewleta dagirker herin nava axa xwe, zeviyên xwe biçînin û lawirên xwe biçêrînin. Hêjayî bibîr xistinê ye ku gelê Serêkaniyê bi çandinî û lawirvaniyê debara xwe dike. Her sal ji ber êrîşên dewleta dagirker bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin.

Me wek nuçegihanên ANHA`yê serdana gundên Til Hemud Surî û Til Xenzîr ên dikevin rojavayî bajarê Serêkaniyê kir. Herdû gund jî li ser sînorê  Bakurê Kurdistanê ne.

‘Ji ber dewleta Tirk berhem kêm bûye’

Ji gundê Til Xenzîr cotkarê bi navê Casim Xidir Ebdullah diyar kir ku 20 donim erdê wî li ber sinor heye, lê ew nikare ji ber êrîşên dewleta dagirker here nava zeviyên xwe. Casim destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku gel bitirsîne û ji malên wan bide derxistin. Casim da zanîn ku Serêkaniyê pêwîstiyên, herêma Cizîrê yên zebze û hemû curên çandiniyê pêk dianî û wiha got: “Ji ber êrîşên dewleta dagirker, berhemên me kêm bûne.”

‘Dewletê ez û pezê min gulebaran kir’

Yek ji şêniyên gundê Til Xenzîr jî Emîna Musa (46) ye. Emîna nêzî 100 pez ji xwe re xwedî dike. Emîna pezê xwe ji bo çêrandinê dibir nava zeviyên cîranên xwe. Ji beriya çend mehan Emîna pezê xwe bir nava zeviyan û dewleta Tirk a dagirker êrîşê Emîna jî kir. Emîna diyar kir ku ji ber êrîşan kes nikare nêzî sinor bibe, zeviyên xwe biçîne û lawirên xwe biçêrîne û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Ji beriya niha êrîşî pezê kurê lawê min kirine û 4 pezên wî kuştin. Piştî ez jî gulebaran kirin êdî ez neçûm aliyê sinor.”

Zarokê 13 salî dan ber guleyan

Silêman Ebdilrezaq El- Elî zarokê 13`yê salî ye û ji gundê Til Hemûd Surî ye. Yek ji wan kesane ku li ser sînor bi guleya dewleta dagirker birîndar bûye. Silêman bi 2 hevalên xwe re çûbûn ber pez. Leşkerên Tirk gule li wan reşandin û di encam de Silêman ji lingê xwe yê çepê birîndar bû. Silêman da zanîn ku piştî êrîşa dewleta dagirker wî ji ber ku cihek nebû pezê xwe lê biçêrîne, pez firot ji xwe re çêlekek kirî. Bavê Silêman Ebdulrezaq El-Elî jî da zanîn ku dema çete ketin Serêkaniyê ew ji mala xwe derketin, piştî ku YPG’ê Serêkaniyê rizgar kir ew dîsa zivirîn ser warê xwe û wiha axivî: “Erdê me jî li ser sînor heye, ev 5 salin em nikarin herin ser erdê xwe. Hinek cotkaran zeviyên xwe çandine nikarin herin rabikin. Kurê min jî 400 metre durî sînor bû, hemû zarokên 10-12 salî bûn gule li wan reşandin û lawê min jî birîndar bû. Êdî kes ji me naçe ser sînor. Tişta ew dikin zilm e. Em ne dikarin erdê xwe rabikin ne jî biçînin. Ji gundê Til Xenzîr heta gundê me 800 donim erdê gel nayê çandin.”

(kc)

ANHA