Li Xezayê 5 filistînî jiyana xwe ji dest dan-HATE NÛKIRIN

Di  Meşa Vegera Mezin de ya ku her roja Înê li ser sînorê Xezayê çêdibe, di şerê îro de 5 filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Li Xezayê 5 filistînî jiyana xwe ji dest dan-HATE NÛKIRIN
28 îlon, 2018   16:02

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku îro li dirêjahiya sînorê rojhilatê Xezayê şer di çarçoveya çalakiya Meşa Vegera Mezin de di navbera gelê Filistînî û hêzên Îsraîl de şer derket. Di encamê de du jê zarokên 14 salî 5 welatiyên Filistînê jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha nûçegihanê me da zanîn ku 190 kes jî birîndar bûne û ji wan 45 bi guleyan birîndar bûne û rewşa hinekan xeter e.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku ji destpêka 30`ê Adarê de ango destpêka çalakiya Meşa Vegera Mezin de 191 filistînî jiyana xwe ji dest û 21 hezar jî birîndar bûn.

(kc)

ANHA