Partiya Guhertin buroyeke xwe li Hesekê vekir

Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanî buroyeke  xwe li bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê vekir.

Partiya Guhertin buroyeke xwe li Hesekê vekir
28 îlon, 2018   12:17

HESEKÊ

Buroya  ku li axa El-Miftî ya Hesekê hate vekirin, bi dehan ji şêniyên herêmê û nûnerên partiyên siyasî yên bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê li Bakurê Sûriyê tevlî şahiya vekirina buroyê  bûn.

Beşdarvanan vekirina buroyê pîroz kirin û hêvî kirin ku li xebatên buroyê li gorî baweriya gel be.

Ji rêveberên partiyê Şêrîn Hewas jî axivî û tekez kir ku ew ê bi hemû hêza xwe xizmeta şêniyan di hemû aliyên jiyanî de bikin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku piştî Qamişlo û Amûdê, ev buroya sêyemîne ya partiyê tê vekirin.

(kc)

ANHA