Ji QSD`ê biryarnameyeke giring

Fermandareiya Giştî ya QSD`ê biryarnameyek der barê qedexekirina cilên leşkerî dervî zagonan li bajarên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê derxist.

Ji QSD`ê biryarnameyeke giring
28 îlon, 2018   12:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Di biryarnameyê de ev tişt hate gotin:

"Ji ber rewşên siyasî û ewlehî û bi taybet piştî ku gelek sivîlan xwe li ser bendên kontrolê weke endamên leşkerê pênase dikirin, gelek binpêkirin li ser bendên kontrolê dihat kirin. Ji bo ewlekarî û aramiya welatiyan, xurtkirina têkliyan da ku aliyê baş ê civaka demokratîk bidin xuyakirin ev biriyar hatin girtin. Em hêvîdarin ku hemû sazî li gorî vam biryaran tev bigerin. 

1-Nabe ku kesên sivîl cilên leşkerî li xwe bikin.

2-Nabe ku tu dukanên sivîl cilên leşkerî bê ruxset biroşe.

3-Nabe ku tu xebatkarên saziyên sivîl cilên leşkerî li xwe bike.

4-Nabe ku bi cilên leşkerî di nava bajar de bigerin û bi taybet di demên destûrê de.

5-Rahiştina çekan di nava bajar de qedexe ye.

6-Derketina ji nuqteyên leşkerî bê destûr an jî erkekî qedexe ye.

7-Erebeyên leşkerî di nava bajar naba ku leza wan zêdeyî 30 be û li ser rêyan nabe leza wab zêdeyî 100 be .

8-Avêtina guleyan di şahiyan de qedexe ye.

9-Lixwekirina maskan qedexe ye.

10-Mayîna bi cilên leşkerî li cihên bi gûman qedexe ye.

11-Rêzgirtin ji bo bendên kontrolê û zagonên leşkerî.

12-Lixwekirina cilên dispîlîna leşkerî qedexe ye û pêwîste her hêz cilê xwe li xwe bike

13-Pêwîste hemû saziyên leşkerî biryarê pêk bîne.

14-Rahiştina çekên sexte (Xulebî) û kêran qedexe ye û her kesê ku pêk nayene dê herî zêde hefteyekê cezayeke leşkerî yan jî cezayeke sivîl derheqî wî de were standin û tiştên bi wî re jê werin standin.

Her kesê ku ne li gorî biryarnameyê tevbigere dê hesab jê were xwestin.

Biriyar ji 27/09/2018`an de dê bikeve miryetê.

Pêwîste hemû fermandarî û yekîneyên leşkerî biryarnameyê ji hemû leşkerên ku li bend û nuqteyan dimînin, bixwînin.

(bx)

ANHA