Tê texmînkirin ku S300 gihîştiye Sûriyê

Rojnameyên Rûsî texmînkirin ku mûşekên Rûsî yên “S300” ên li dijî balafiran gihane Sûriyê.

Tê texmînkirin ku S300 gihîştiye Sûriyê
28 îlon, 2018   11:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Vizglad a Rûsî li ser toreyên tevna civakî wêneyên 7 balafirên veguhestina leşkerî ya cûreya " Ilyushin Il-76" gihane balafirgeha Hemîmîm a Rûsî li Sûriyeyê, belav kir.

Li gorî kesên ku wêne balavkirine tê wateya ku alavên sîstema parastina hewayî ango mûşekên "S300" ji Sûriyeyê re têne şandin.

Li gorî malpera "Diriktoraty4" yê ku wêne li ser hatine belavkirin ku têde 7 balafirên " Ilyushin Il-76" hene diyar in ku balafirên veguhestinê li balafirgeha Hemîmîm girêdayî şandina sîstema  parastina hewayî "S300 û alavên leşkerî ji Sûriyeyê re hatine şandin.

Hêjayî bi bîrixistinê ye ku piştî ku balafira Rûsî " Il-20" kete xwarê Wezîrê Parastinê yê Rûsya Sigi Şoygo di 24`ê Îlonê de biryara şandina mûşekên"S300" ji Sûriyeyê re da, da ku hêzên parastina hewayî yê Sûriyê xurt bikin.

(bx)