“Koma Biçûk” ji bo destûra Sûriyê bang li Staffan de Mistura kir

Wezîrên Karên Derve yên dewletên “Koma Biçûk” a ji bo Sûriyeyê bang li nûnerên Netewên Yekbûyê li Sûriyeyê Staffan de Mistura kirin ku di zûtirîn dem de civîneke ji komîteya destûr re  "Ya xwedî bawerî û ji her kesî re vekirî re" lidar bixe.

“Koma Biçûk” ji bo destûra Sûriyê bang li Staffan de Mistura kir
28 îlon, 2018   10:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewletên Koma Biçûk a ji bo Sûriyeyê ku ji Elmaniya, Erebistana Siûdî, Misir, NY, Fransa û Urdun pêk tê,  roja Pênşemê bang li nûnerê NY`yê li Sûriyeyê Staffan de Mistura kirin ku di zûtirîn dem de civîneka yekem ji komîteya destûr ji bo nîvisanda destûrê Sûriyê hatiye erkdarkirin, lidar bixe. 

Wezîran got:”Em bang dikin ku di zûtirîn dem de civîneke ji komîteya destûrî re were lidarxistin, da ku dest bi karê nîvisandina destûreke Sûriyê ya nû bike û bingehê hilbijartinên azad û paqij deyne.”

Wezîran piştî civîna Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî tekez kirin ku pêwîste Staffan de Mistura herî zêde di 31`ê Cotmehê de raporekê der barê pêşketinên dawî de, pêşkêş bike.

Wezîran got pêwîste hilbijartin li pêşiya hemû gelê Sûriyeyê û bi mîlyonan penaberên  ku ji ber aloziyê ku di sala 2011`an de destpê kir reviyane, vekirî be.

Her wiha koma biçûk bang li hevalbendên Şamê (Rûsya û Îran) kir ku xwe ji aliyê Sûriyeyê ve bidin xuyakirin ku ew amade ne bi awayekî aktîf beşdarê xebatê komîteya destûrê  bibin.

 (bx)