YPG`ê sê çalakiyên hemwext li sê navçeyên Efrînê lidar xistin

YPG`ê tekez kir ku di rojekê de hêzên wan li sê navçeyên Efrînê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor lidar xistin. YPG`ê got di encama çalakiyên hemwext de sê çete hatin kuştin.

YPG`ê sê çalakiyên hemwext li sê navçeyên Efrînê lidar xistin
28 îlon, 2018   10:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê aşkere kirin.

Daxuyanî wiha ye:”Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li navçeyên Cindirêsê, Şera û Bilbilê li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete çalakiyên bi bandor pêk anîn.

Di roja 26’ê Îlonê de yekîneyek me li gundê Meryemîn ya ser bi navçeya Şera li hemberî koma Cebhet El-Şamiye çalakiyek kemînê pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Bikûr hat kuştin.

Di heman rojê de yekîneyek me li gundê Dîwa ya ser bi navçeya Cindirêsê li hember çeteyên koma Ehrar El-Şam çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Ebû Morî hat kuştin.

Di çalakiya sêyemîn a ku heman rojê hat lidarxistin de yekîneyek me li navçeya Bilbilê komên çete hedef girtin. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Mihemed Reşîd Ezazî, ku weke werger di navbera komên çete û artêşa Tirk a dagirker de kar dikir, hat kuştin.”

(kc)