Ciwanên Efrînê xwe bi rêxistin dikin

Yekitiya Ciwanên Rojava ya Efrînê bi armanca parastin û zanakirina ciwanan ew BI birêxistin û perwerde kirin. 

Ciwanên Efrînê xwe bi rêxistin dikin
Ciwanên Efrînê xwe bi rêxistin dikin
Ciwanên Efrînê xwe bi rêxistin dikin
Ciwanên Efrînê xwe bi rêxistin dikin
Ciwanên Efrînê xwe bi rêxistin dikin
28 îlon, 2018   10:17

XANDÎ ELO / ŞEHBA

Ji ber dagirkirina li ser Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve ciwanên Efrînê jî derbasî herêma Şehbayê bûn. Yekitiya Ciwanên Rojava(YCR) ji bo rê li ber kiryarên kirêt ên dewleta Tirk bigirin careke din li Şehbayê xwe bi rêxistin kir.

Vekirina navendan û ji nû ve birêxistinkirina ciwanan

Piştî êrîşên dagirkera Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî kantona Efrînê, şêniyên Efrînê bi jin, zarok, kalûpîr û ciwanên xwe ji Efrînê derketin. Ji ber wê parçebûnek di Yekitiya Ciwanên Rojava ya kantona Efrînê de çêbû. Ji bo ku vê parçebuyînê derbas bike YCR`ê  careke din li Herêma Şehbayê lez da xebatên vekirina navendên xwe.

Piştî wê, yekitiyê bi armanca birêxistinkirina xebatên yekitiyê gelek civîn ji ciwanan re li dar xist. Ciwan hêdî hêdî li dora YCR û YJC`ê kom bûn.

Karê hevbeş bi ciwanên pêkhateya Ereb re

Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk nû li herêmên Şehbayê dest bi xebatê kiribûn. Ji ber ku tecrubeya Tevgera Ciwanên Ereb kêm bûn, ciwanên Efrînê bi wan re koordîne kirin û gelek civîn li ser mekenîzmeya kar li dar xistin.

Çalakiyên ku bûn sedema tevlêbûna zêde ya ciwanan

Têkildarî mijarê berdevkê YCR`ê yê Efrînê Reşîd Silêman got:“Piştî ku me hejmarek baş ji ciwanên Efrîn û Şehbayê kom kirin, me gelek çalakî li Şehabyê orgenîze kir. Di çarçoveya pêngava `Serî hilde` de ku Koordînasyona Yekitiya Ciwanên Rojava di 1`ê Mijdara 2017`an destpê kiribû de, me gelek meş û daxuyanî li dijî êrîşên dagirkera Tirk li ser kantona Efrînê û ji bo şermezarkirina tecrîda giran ku dewleta Tirk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye orgenîze kir.”

Her wiha Silêman da zanîn ku ev çalakî bandoreke li ciwanan kir û tevlêbûna wan ji yekitiyê re zêde kir.

Zêdekirina asta xebatê piştî Konferansa Rizgarkirina Efrînê

Piştî lidardixtistina Konferansa Rizgarkirina Efrînê di navbera 18`ê û 21`ê Herzîrana îsal de, li ser wê bingehê yekitiyê dest bi xebatê kir. Ji ber wê 5 civîn ji şêniyên Efrînê ku li Şehbayê bicih bûne bi armanca şîrovekirina rastiya gelên şoreşger hate lidarxistin.

Ji aliyê din ve jî, bi dehan ciwanên Efrînê tev li nav refên YPG/YPJ`ê bûn. Tugayên leşkerî yên taybet bi YCR`ê hatin avakirin û endamên yekitiyê di gelek dewreyên siyasî û bîrdozî re derbas bûn.

Reşîd Silêman destnîşan kir ku ji bingeha gotina Ocalan `Me bi ciwantî destpê kir û em ê bi ciwantî bi serbikevin`, di 6 mehên ku ew  li Şehabyê bi cih bûne de, ji bo bi rêxistinkirina ciwanan û parastina wan ji şêwazên şerê taybet wan gelek  xebat meşand.

(şx)

ANHA