Di malên bê derî û pencere de dijin, lê aramî dilê wan rihet dike

“Em di malên bê derî û pencere de dijîn, zemhetiyên jiyanî jî gelekin, lê aramiya heyî besî me ye.”

Di malên bê derî û pencere de dijin, lê aramî dilê wan rihet dike
Di malên bê derî û pencere de dijin, lê aramî dilê wan rihet dike
Di malên bê derî û pencere de dijin, lê aramî dilê wan rihet dike
28 îlon, 2018   10:04

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Dêrazor yek ji herêmên Sûriyeyê ku  bi agirê aloziya Sûriyeyê şewitî. Şêniyên Dêrazorê ji ber binpêkirinên rêjîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ`ê ji malên xwe derketin û li Reqayê bicih bûn.

Şêniyên Dêrazorê ku li Reqayê di malên bê derî û pencere de bi cih bûne, bi hatina zivistanê re bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne. Rêxistinên navneteweyî jî ji ber ku bi erkê ranabin û alîkariyên pêwîst bi koçberan nakin ev yek jî rewşa wan xerabtir dike.

‘Aramiya jiyanê besî me ye’

Zelîxe El-Etiye yek ji koçberên Dêrazorê ye. Zelîxe beriya 8 salan koçberî Reqayê bû ye. Piştre di şerê rizgarkirina Reqayê de çûye Hesekê. Piştî rizgarkirina Reqayê ji nû ve vegeriya  bajêr.

Zelîxe serpêhatiya xwe ya koçberbûnê wiha anî ziman: “Ez li vê malê ruxmî bê derî û pencereye dijîm. Ez bi rewşa xwe razîme, ji ber ku ez bi hemû neviyên xwe bi ewlehî dijîn. Ev aramî bi saya şervanên QSD`ê li Reqayê pêk hatiye. Ji bo em xwe ji tozê havînê biparêzin me betanî bi derî û pencereyan berdan.”

Zilîxe wiha domand: “Bi hatina zivistanê re zarok nikarin sermayê tehemûl bikin. Heta niha tu rêxistin alîkariyên weke mazot û betanî pêşkeşî me nekirine. Gelek rêxistin serdana me kirin û soza pêşkeşkirina alîkariyan dan, lê sozên wan bi bayê re çûn.”

‘Divê alîkarî bê kirin’

Ji aliyê xwe Hind Hisên ya 21 salî ji Dêrazorê koçber bû û tevî zarok û hevjînê xwe li Reqayê bi cih bû. Hind ev tişt anî ziman:”Ji ber aramiya bajêr ku bi saya QSD`ê hatiye bidestxistin, em di van malên ku nehatine temamkirin dijîn. Ez bang li Meclisa Sivîl a Reqayê dikim, ji ber hatina zivistanê alîkariya me bikin. Mazot û betanî  ji me re peyda bikin û derî û pencereyên van malan çêbikin.”

Hind destnîşan kir ku kurê wê di havînê de ji ber germahiya zêde di pencereyê de raza û wiha domand: “Ji ber nebûna pencereyan kurê min ket erdê. Kesek ji bilî xêrxwazan alîkariya me nekir. Rêxistin soza pêşkeşkirina alîkariyan dan lê heta niha me tiştek nedît.``

(şx)

ANHA