'Ocalan tekane mirovê ku dikare kirîzên Rojhilata Navîn çareser bike'

Parêzerên herêma Cizîrê tekez kirin ku Ocalan tekane mirovê ku dikare kirîzên Rojhilata Navîn çareser bike.

'Ocalan tekane mirovê ku dikare kirîzên Rojhilata Navîn çareser bike'
28 îlon, 2018   09:58

COMERD ŞÊXO – MURADA KENDA / QAMIŞLO

Zêdetirî 2 salin dewleta Tirkiyê nahêle  parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan serdana wî bikin.

Parêzerên herêma Cizîrê dane zanîn ku kiryarên Tirkiyê di derheqê Rêber Ocalan de, kiryarên ne hiqûqî, qanûnî û ne jî exlaqî ne.

Parêzer Mihemed Emîn Neîm da zanîn biryarên ku dewleta Tirkiyê di derheqê Rêber Abdulah Ocalan de derxistin, biryarên dijî mirovahiyê ne.

Mihemed Neîm da xuya kirin ku gelek dewletan li dijî Rêber Ocalan di 1999'an de komplo pêk anîn û Rêber Ocalan girtin û radestî dewleta Tirkiyê kirin, armanca ji komployê ku gelê Kurd di şexsê Rêber Ocalan neghêje azadiya xwe.

Li ser tecrîda ku li ser Ocalan hatiye ferzkirin û biryara dawî ji dozgeriya Tikriyê hatiye derxistin, parêzer Mihemed Neîm wiha got:”Zêdetirî 789 caran Tirkiyê nahêle ku parêzerên Rêber Ocalan serdana wî bikin. Armanca van kiryaran û biryarên ku hatine derxistin ji bo ku gelê Kurd û gelên herêmê ji ramanên Rêber Abdulah Ocalan dûr bixin, her wiha Ocalan ji pêşketinên dawî yên li herêmê rû didin bê agahî bihêlin. Ocalan tekane mirovê ku dikare kirîzên Rojhilata Navîn çareser bike."

Parêzer Mihemed Neîm diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna azadiya hemû gelên bindest, ne tenê gelê Kurd têkoşîn kir û wiha domand:”Tecrîda girankirî li ser Ocalan li dijî hemû  qanûnên navdeweletî, taybet qanûnên mafên mirovan in.  Madeya 3`yê ji îlankirina cîhanî ya mafê mirovan dibêje ku her şexsek mafê xwe di jiyan û azadiyê de heye û mafê ewlekariya kesayatî jî heye."

‘Ocalan sembola azadiya gelên herêmê ye’

Ji aliyekî din ve jî Parêzer Hamid Ehmed ê ji pêkhateya Ereb wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan bû sembola azadiyê ji hemû gelên herêmê re.”

Hamid Ehmed da zanîn ku divê hemû gelên herêmê û mafnas kiryarên dewleta Tirkiyê aşkere bikin û li dijî wê derkevin û destnîşan kir ku biryara di derheqê Rêber Ocalan de derketiye, biryara dewletên  desthilatdara ne.

Herdû parêzeran Mihemed Emîn û Hamid Ehmed ji rêxistinên mafên mirovan  û navdewletî xwestin ku destwerdanê bikin da ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan were rakirin û serbest were berdan.

(jo)

ANHA