Li Qamişlo zarokê afrîner

Zarokê bi navê Sîpan Xelîl ê 9 salî ji zarokên bi temenê xwe de cuda ye, ruxmî temenê xwe yê biçûk alavên kehrebê ji tiştên kevin çêdike û her wiha hemû alavên kehrebeyê yên malê sererast dike.

Li Qamişlo zarokê afrîner
28 îlon, 2018   09:12

EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Zarokê bi navê Sîpan Xelîl ji bajarokê Topiz ê girêdayî navçeya Amûdê ye. Sîpan di nav hevalên xwe de bi navê Şêro tê naskirin. 9 salî ye û di dibistana seretayî de dixwîne. Her wiha Sîpan endamê Koma Şehîda Rehşan a Çand û Hunerê ya bajarokê ye. Sîpan dixwaze di pêşerojê de bibe endezyarê  kehrebeyê.

Tevî salên xwe yên biçûk, daretên kehrebeyê û yên li ser enerjiya tavê dixebitin diafrîne. Ji beriya 4 salan ve ji çêkirina lîstokan û alavên kehrebê cuda hez dike.

Hemû alavên ku Sîpan çêdike, parçeyên weke dînamoyên biçûk ên lîstokan bikar tîne. Sîpan parçeyên ji lestîk, text û têlan ji nû ve bikar tîne û jê gelek tişt weke merwehe, betarî û çireyên xemilandinê çêdike.

Piştî Sîpan ji dibistanê vedigere, yekser parçeyên ku ji hevalên xwe kom kirine derdixîne û jê alavek nû beyî alîkariya kesekî çêdike.

Ji bavê xwe bi dizîka fêr bû

Têkildarî awayên fêrkirina vê hunerê Sîpan diyar kir ku dema bav û apê wî çireyên patoza genim sererast dikirin, wî bi dizîka bala xwe dida wan.

Sîpan diyar kir ku çêkirina her parçeyekî yan jî alavekî, 2- 3 demjimêran dixwe û beyî ku şaş bike. Sîpan ji ber hezkirina xwe ji zimanê Kurdî re, alavên xwe bi rengê kurdewariyê boyax dike.

Alavên kehrebeyên yên malê sererast dike

Şarezayên Sîpan di çêkirina alavên biçûk de neman, lê belê hemû alavên kehrebeyê yên malê sererast dike. Di vê dawiyê de pîla (çireya ku bi beterî dixebite) bapîrê xwe çêkir.

Têkildarî mijarê bavê Sîpan Nimet Nehît Xelîl diyar kir ku ji ber tirsa xwe li ser jiyana Sîpan ji ber ku ew kehrebeyê bikar tîne, destpêkê li dijî Sîpan sekinî. Lê piştî ku berhemên Sîpan dît, matmayî ma. Her wiha destnîşan kir ku dê piştgriya Sîpan bike da ku şarezayên xwe xurt bike.

Di dawiyê de Nimet Xelîl destnîşan kir ku Sîpan beriya vê bi xwe peykerek bi enerjiya rojê dixebite çêkir, lê Sîpan ji bo çêkirina alavekî  jê mezintir, ew alav ji hev vekir.

(şx)

ANHA