Artêşa Tirk agir berda Cûdiyê

Şewata ji ber êrîşên artêşa Tirk li Çiyayê Cûdî derketibû belav dibe. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku bi sedan dar şewitîn û bûn xwelî.

Artêşa Tirk agir berda Cûdiyê
26 îlon, 2018   15:17

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê ku ji Havînê ve bi şewata daristanên xwe di rojevê de ye, îro piştî topbaranê dîsa şewat bi daristanan ket. Şewata li nêzî bajaroka Dêrgulê rû da, bi ti awayî kes mûdaxeleyî wê nake. Şewata rû da ji bajêr ve jî xuya dike.

Li Çiyayê Cûdî di rojên derbas bûyî de jî li hin cihan şewat bi daristanan ketibû û ligel darên fisteqan bi hezaran dar bûbûn xelî.