Rûspiyan pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî nîqaş kirin

Koordînatorê di navbera êlan û Rêveberiya Xwese Abdîn Bedirxan bi êlên qebîleya El-Cibûr a kantona Hesekê re civiyan û pirsgirêkên wan hatin nîqaşkirin.

Rûspiyan pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî nîqaş kirin
Rûspiyan pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî nîqaş kirin
Rûspiyan pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî nîqaş kirin
Rûspiyan pirsgirêkên xizmetguzarî û civakî nîqaş kirin
26 îlon, 2018   15:42

HESEKÊ

Civîn li gundê Hinêya rojava ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi amadbûna bi dehan şêxên eşîreyan û rêveberên partiyan amade bûn.

Di civînê de, rewşa jiyanî, pirsigêrkên xizmetguzariyê hatin nîqaşkirin.

Şêx Mihemed El-Rawî bi xêrhatina beşdaran kir. Paşê Şêx Newaf El-Dexîl armanca lidarxistina civînê diyar kir û got, ew di vê civînê de pirsgirêkên civakî nîqaş bikin û bigînin Rêveberiya Xweseriya Demokrat.

El-Dexîl, diyar kir ku li herêmê pirsgirêkên çandinî hene, ji ber kêmbûna avdanê, semad û bilindbûna nirxên wan.

Serokê Buroya Partiya Muhafizkaran a Hesekê Muhab El-Hirês di hevdîtineke li gel ajansa me ANHA‘yê diyar kir ku civîn bi armanca nîqaşkirina pirsgirêkên civakî hate lidarxistin û anî ziman ku rûspiyên qebîleya El-Cibûr ên Dêrazor û Hesekê di civînê de amade bûn.

El-Herîs, hêvî kir ku ev civîn pirsgrêkên herêmê ragihîne aliyên peywendîdar.

Serokeşîreya El-Rawî, Mihemed El-Rawî jî hêvî kir ku derfetên kar bêne peydakirin û daxwazên wan di ber çavan re bêne derbaskirin.

Di dawiya civînê, Koordînatorê di navbera êlan û Rêveberiya Xweser Abdîn Bedirxan diyar kir ku ew ê daxwaznên rûspiyan bighînin aliyên têkildar.

ANHA