Di navbera artêşa Yemenê û Hûsiyan de şer derket

Artêşa Yemenê li herêmên başûrê parêzgeha El-Hudeyda bi pêş de diçe. Her wiha di navbera artêşa Erebistana Siûdî û hêzên Hûsiyan de li nêzî Necranê şer derket.

Di navbera artêşa Yemenê û Hûsiyan de şer derket
26 îlon, 2018   12:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Yemenê li herêmên başûrê parêzgeha El-Hudeyda bi pêş de diçe û her wiha navendên Hûsiyan ên li derdora bajarê Zebîd û Midûriyeta El-Cerahî kirin hedef.

Hêzên Koalîsyona Erebî alîkariyên leşkerî yên hêzên Hûsî li wan herêman kirin hedef û di encama wê de kuştî û birîndarên Hûsiyan çêbûn.

Her wiha Koalîsyona Erebî korîdorên ewle ji sivîlan re vedike û alîkariyên mirovî derbasî parêzgeha El-Hudeyda dike.

Toreya nûçeyan El-Mesîra Net li ser zimanê çavkaniyên xwe diyar kir ku balafirên Koalîsyona Erebî baregeha leşkerî ya Kehlan a Sadayê kir hedef. Tu agahî der barê wê de bi dest neketin.

Çavkaniyekî leşkerî ji toreya El-Mesîra Net re diyar kir ku di navbera artêşa Erebistana Siûdî û hêzên Hûsî de li çolistana El-Eşacir a beramberî Necran a başûrê Erebistana Siûdî ya li ser sînorê Yemenê, şer derket. Di encamê de kuştî û birîndarên artêşa Erebistana Siûdî çêbûn.

(bx)