Ji ber xemsariyê li kampa Eyn Îsa zarokek mir

Duh zarokê bi navê Mihemed El-Hisên li kampa Eyn Îsa ji ber xemsariya rêxistinên ku li ser xebatên kanalîzasyona li kampê disekinin, jiyana xwe ji dest da.

Ji ber xemsariyê li kampa Eyn Îsa zarokek mir
Ji ber xemsariyê li kampa Eyn Îsa zarokek mir
Ji ber xemsariyê li kampa Eyn Îsa zarokek mir
Ji ber xemsariyê li kampa Eyn Îsa zarokek mir
Ji ber xemsariyê li kampa Eyn Îsa zarokek mir
Ji ber xemsariyê li kampa Eyn Îsa zarokek mir
Ji ber xemsariyê li kampa Eyn Îsa zarokek mir
26 îlon, 2018   12:09

GIRÊ SPÎ

Zarokê bi navê Mihemed Imar El-Hisên ku temenê wî salek û 7 mehî bû , kete korta kanalîzasyonê ku rêxistinên di kampa Eyn Îsa de li ser kar dikin û di encamê de zarok jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê me ragihand ku li cihê bûyerê kortên li ser wan sac hatine bicihkirin hene û cihê ku zarok lê ketiye kortê hate dîtin.

Koçberê bi navê Mihemed Elî El-Ehmed bang kir ku çareseriyê ji pirsgirêka wan kortan re bibînin, ji ber ku ditirsin zarokên wan bibin qûrbanî û da zanîn ku vê sibehê jî zarokekî biçûk ketibû avê û jê derxistin.

Rêxistina Bilomend li ser projeyên kanalîzasyonên kampa Eyn Îsa disekine lê hîna rêveberiya kampê li ser bûyerê tiştek negotiye heta ku lêpirsîn bi dawî bibe.

Endamên rêxistina Bilomend dibêjin ku hin sedemên din hene ku zarok jiyana xwe ji dest daye, lê malbata zarok û gelek koçber dibêjin ku ji ber ku ketiye korta kanalîzasyonê jiyana xwe ji dest daye.

Aliyên peywendîdar li ser bûyerê lêpirsînê berdewam dikin.

(jo)

ANHA