Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in

Moskov têkçûna têkiliyên xwe bi Îsraîlê re wek hincet bi kar tîne da ku pîvanên pevçûnan û serweriya temam li ser sîstema parastina ezmanî ya Sûriyeyê û parastina baregehên xwe li rojavayê Sûriyeyê biguherîne. Washington û Tehran li Iraqê di pêşbirkê de ne. Çalakiyên leşkerî li bajarê El-Hudeyda yê Yemenê jî dijwar dibin.

Mijarên îro rojnameyên erebî behsê kirine ev in
26 îlon, 2018   08:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser aloziya têkiliyên Rûsya û Îsraîlê û radestkirina Moskov ji S-300 ji rêjîma Sûriyeyê re. Rojnameyan behsa aloziya Amerîka û Îranê li Iraqê kir. Rojnameyan diyar kir ku çalakiyên leşkerî li bajarê El-Hudeyda yê Yemenê dijwartir dibin.

El-Ereb: Rûsya Îsraîlê hincet digire da ku pîvanên pevçûnan beriya şerê Idlibê biguherîne

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin bal kişand ser geşedanên dawîn ên Sûriyeyê û behsa nakokiyên di navbera Rûsya û Îsraîlê de kir. Rojnameya El-Ereb diyar kir ku Rûsya der barê xistina balafira wê Îsraîlê tawanbar kir û di encamê de têkiliyên di navbera her du aliyan de dijwar bûn û di vê çarçoveyê de Moskovê ragihand ku dê fûzeyên S-300 radestî Sûriyeyê bike.

Çavkaniyên Rûsî ji rojnameyê re diyar kir ku ev ragihandina Rûsyayê armanca wê peyameke ji Îsraîlê û dewletên NATO'yê re ye, ew e ku Rûsya dixwaze serweriya xwe bi temamî li ser ezmanê Sûriyeyê ferz bike û pîvanên pevçûnan li vî welatî biguherîne.

Hin şopdaran ji rojnameyê re diyar kir ku ev gava Rûsyayê piştî derbeya sêalî ya Brîtanya, Amerîka û Fransayê di Nîsana 2018'an de li dijî navendeke kîmyewî ya Sûriyeyê li devera Doma pêk hatiye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku guhertineke pîvanên pevçûnan ji aliyê Moskovê ve bêguman dê li hemberî guhertineke NATO û Îsraîlê rû bi rû bimîne û dê plana Rûsyayê li herêmê tevlihev bike. Çavkaniyên dîplomasiyê yên rojavayî diyar kir ku tevgerên leşkerî yên dewletên rojavayî û Îsraîlê tu carî li gorî mercên Moskovê tev negeriyane, lê belê bi fermandariya leşkerî ya Rûsyayê re li herêmê her tim di nava koordîneyê de bû.

Şerq El-Ewsat: Til Evîv ji bo S-300’an rawestîne xwedispêre Washingtonê

Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku çavkaniyên siyasî yên Til Evîvê diyar kirine ku serokwezîr Binyamîn Natanyaho piştî du peywendiyên telefonê bi serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn re û hevdîtineke dirêj di navbera wezîrê parastinê yê Rûsyayê û fermandarê Hêzên Ezmanî yên Îsraîlê li Moskovê, Natanyaho xwe spart rêveberiya Amerîkayê da ku nakokiya di navbera Rûsya û Îsraîlê de lawaz bike û rê li pêşiya radestkirina S-300’an ji rêjîma Sûriyeyê re bigire.

El-Heyat: Tirkiye xwe li Idlibê xurt dike û Şam soza vegerandina wê dide

Tirkiyeyê baregehên xwe yên leşkerî li parêzgeha Idlibê xurt dike, piştî ku naveroka hevpeymana Tirkiye û Rûsyayê ya avakirina devereke bêçek ket meriyetê. Cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad diyar kir ku Şam amadekariya vegerandina Idlibê dike, çi bi şer be û çi jî aştiyane be.

Rojnameya El-Weten a Sûriyeyê ku ji rêjîmê ve nêzîk e li ser navê El-Miqdad wiha got: "Hikumeta Sûriyeyê di têkbirina opozîsyonê de bi israr e. Tevî ku hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê êrîşa artêşê rawestand."

Iraq

El-Ereb: Iraq qada pêşbirkên hêzên Îran û Amerîkayê ye

Girêdayî karûbarên Iraqê rojnameyan behsa cezayên Amerîka li ser iraqiyên alîgîriya Îranê dikin, kir. Rojnameya El-Ereb diyar kir ku hejmareke nûnerên Kongreya Amerîkayê banga xebatên li girî qanûna cezayan a li dijî wekîlên Îranê li Iraqê kirin. Her wiha du milîsên Iraqî ku ji aliyê Îranê ve tên birêvebirin rastî cezayên Amerîkayê hatin.

Girêdayî hilbijartinên Iraqê jî rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Namzetê partiya Barzanî ji bo serokatiyê xwe bi rewabûna referandûma serxwebûnê ve girê dide."

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Kaxeza mirovahiyê ji destên Hûsiyan dikeve.”