Li Tebqayê jin amadekariyên zivistanê dikin

Mala Mûnê ya girêdayî Meclisa Jinan a Tebqayê, ji bo amadekirina xwarinên zivistanê lez da xebatên xwe.

Li Tebqayê jin amadekariyên zivistanê dikin
Li Tebqayê jin amadekariyên zivistanê dikin
Li Tebqayê jin amadekariyên zivistanê dikin
Li Tebqayê jin amadekariyên zivistanê dikin
Li Tebqayê jin amadekariyên zivistanê dikin
Li Tebqayê jin amadekariyên zivistanê dikin
26 îlon, 2018   07:45

TEBQA

Meclisa Jinan a Tebqayê di 17`ê Tebaxa sala borî de projeya Mala Mûnê(Mala ku têde pêdiviyên zivistanê têne depokirin) vekir ku tê de pêdiviyên zivistanê têne depokirin û derfetên kar ji 15 jinan re peyda kirin. Her wiha vê projeyê piştgiriya aboriya jinan kir û jin teşwîq kirin ku xwe bi xwe debara xwe peyda bikin.

Endamên jin ên Mala Mûnê ji bo pêşwazîkirina zivistanê gelek cureyên xwarinên zivistanê amade kirin. Heta niha jinan 48 kg milûxiyê amade kiriye û niha jî dimsa îsotan amade dikin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Mala Mûnê Betûl El-Ilêwî destnîşan kir ku berhemên jinan bi rêya Mala Mûnê û kooperatîfan û bi nirxên ji sûkên herêmî erzantir, dê werin firotin. Betûl destnîşan kir ku dê cureyên din ên xwarina zivistanê li gorî daxwaz û peydabûna wê amade bikin.

(şx)

ANHA