Kalemêrekî Êzidî:Rojek ji jiyana min mabe jî ez ê vegerim Efrînê

Kalemêrekî Êzidî Apê Ebdulfetah Nebo yê ji Efrînê di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de lingekî wî jê dibe. Nebo dibêje ku rojeke jiyana wî bimîne jî dê vegere Efrînê. Her wiha bang li şêniyên Efrînê dike ku nekevin xefika lîstokên dewleta Tirk.

Kalemêrekî Êzidî:Rojek ji jiyana min mabe jî ez ê vegerim Efrînê
26 îlon, 2018   07:04

MIHEMED EBDO / ŞEHBA

Li Efrînê ku ji 18‘ê Adarê ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkerin, her cure binpêkirin, kuştin, talankirin û revandin der heqê mirovan de têne meşandin. Welatiyê Êzidî yê bi navê Ebdulfetah Nebo jî rastî van binpêkirinan hatiye û serpêhatiya xwe ji me re parve dike.

Ebdulfetah Nebo, ji gundê Kîmar ê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye, temenê wî 60 salî yê û bavê 4 keç û 6 kuran e.

Piştî êrîşên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê malbata apê Ebdulfetah berê xwe dide navenda bajar, nemaze ku komên çete û leşkerên artêşa dagirker şêniyên gundê Kîmarê bi zora çekan ji gund qewitandin.

Apê Ebdulfetah diyar dike ku kiryarên dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê sûcên şer derbas kiriye û wateya mirovahiyê nas nakin û wiha didomîne: "Di rê de dema em ji gundê Kîmarê diçûn navenda Efrînê, çeteyekî li ser benda kontrolê ya gundê Basûtayê ez sekinandim û gef li min xwar ku ez bendê derbas nekim, ez jî neçar mam ku di rêya ax re biçim."

Apê Ebdulfetah di berdewama axaftina xwe de destnîşan dike ku di wê riyê de jî komeke çete lê rast hatin û wiha serpêhatiya xwe didomîne: "Hinek xwarin bi min re hebû, min da çeteyan da ku destûrê bidin ez derbasî Efrînê bibim, min dît ku çeteyek ji dûr ve bang dike û dikene dibêje ku kafirekî Kurd kuştiye, bi erebeyekê pê li wî kiriye. Dema min ev deng bihîst ji tirsa ku min bikujin min ji wan re got ez ji Erebên Dêr Cemalê me, paşê ez berdam."

Lingê wî hate jêkirin

Di dema ku apê Ebdulfetah ji aliyê gundê Kurzêlê digihîje deriyê têketina bajarê Efrînê topek lê nêzî wî dikeve û lingekî wî jê dibe û ji ser hişê xwe diçe. Xizmên Ebdulfetah wî radikin nexweşxaneyê.

Li sere vê rojê wiha dibêje: "Ez birim nuqteyeke tenduristiyê ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Efrînê, dixtor ji min re got dermanên te ne li ba min in, paşê ez birim nexweşxaneyan, li wir min tedawiya xwe bi dawî kir û di rêya gundê Hemam re vegeriyam Efrînê, min malbata xwe li ser vî tiştî agahdar kir, piştî çend rojan ez çûm Şehbayê."

Apê Ebdulfetah di dawiya axaftina xwe de wiha dibêje: "Rojek ji jiyana min mabe jî ez ê vegerim Efrînê, ji ber baweriya min bi şervanên YPG û YPJ‘ê xurt e ku herêmê ji dagirkeran rizgar bikin. Ez bang li şêniyên Efrînê dikim ku bila nekevin xefika lîstokên dagirkeriya Tirk."

(bb)

ANHA