Li Tirbespiyê ‘Med Erebî’ bi destê jinan tên çêkirin

5  jinên navçeya Tirbespiyê bi însiyatîfa xwe û bi hevkarî û koordîneya Rêveberiya Mala Kooperetîfan yekemîn werşeya dirûtina `Med Erebî` vekir.

Li Tirbespiyê ‘Med Erebî’ bi destê jinan tên çêkirin
Li Tirbespiyê ‘Med Erebî’ bi destê jinan tên çêkirin
Li Tirbespiyê ‘Med Erebî’ bi destê jinan tên çêkirin
Li Tirbespiyê ‘Med Erebî’ bi destê jinan tên çêkirin
Li Tirbespiyê ‘Med Erebî’ bi destê jinan tên çêkirin
Li Tirbespiyê ‘Med Erebî’ bi destê jinan tên çêkirin
26 îlon, 2018   07:00

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Ruxmî pêşketina dirûv û dekorên odeyên rûniştinê, gelek malbat dirûvên (dîzayn) berê tercîh dikin ku bi navê “Med Erebî” tên naskirin. Ev cure dirûv ji ber ku nîşaneya reseniyê didin û rengên wê yên xweşik, gelek şênî malên xwe pê dixemilînin.

Di van cureyên odeyan de zemîna odeyê bi xalîçeyan tê raxistin û li derdora wê sifincên yekreng û bi cure nexşan tên dirêjkirin.

Yekemîn werşeya dirûtina Med Erebî bi destê jinan

5 jinên navçeya Tirbespiyê bi însiyatîfa xwe û bi hevkariya Mala Kooperetîfan a Tirbespiyê werşeya dirûtinê vekir. Bi vî awayî ev proje nimûneya projeya yekemîn a jinan li navçeyê ye.

Endama rêveber a Mala Kooperetîfan Rêvan Silêman destnîşan kir ku ew piştgiriya projeyên mîna vê projeyê dikin ku aboriya civakê û bi taybet jinan bi pêş dixin û diyar kir ku rêveberiyê derfet da jinan da ku werşeyê vekin.

Munîfe El-Izo yek ji endamên werşeyê ye, diyar kir ku bi hevkariya 4 jinên din proje pêşniyar kirin, ji ber ku li ser asta navçeyê tu proje mîna wê tune ne. Piştî erêkirina Mala Kooperatîfan, jinan dest bi kirîna alavên werşeyê kir.

Her wiha Munîfe destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina projeyê, vejandina çanda kevnar û pêşxistina aboriya jinan e.

Di dawiyê de Munîfe El-Izo bang li hemû jinan, bi taybet jinên Ereb, kir ku ji mal derkevin û kar bikin û destnîşan kir ku jin tenê ne ji bo rêvebirina malê hatine dinê û wiha pê de çû: “Ji ber ku jin dikarin kar bikin, werşeyan vekin, rêveberiya çeperên şer bikin û xwe wek siyasetmedar, leşker û perwerdekar îsbat kiriye.”

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Xezne El-Meyah jî diyar kir ku van cure odeyan bi kar tînin, ji ber ku girêdayî çanda gelên herêmê ye û rûniştina li wan ji bo mirovan baş e.

(şx)

ANHA