Piştî sê rojan, gundê El-Şecele jî azad e

QSD`ê diyar kir ku hêzên wan piştî sê rojên ji şerên giran, gundê El-Şecele ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin

Piştî sê rojan, gundê El-Şecele jî azad e
25 îlon, 2018   07:02

DÊRAZOR

Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê diyar kir ku piştî sê rojan ji şerên giran di navbera hêzênn wan û çeteyên DAIŞ`ê de, gundê  El-Şecele îro vê sibê  ji çeteyan hate rizgarkirin.

QSD`ê tekez kir ku gelek çete hatin kuştin û hêzên wan dest danîn ser gelek çek û cebilxane.

Her wiha QSD`ê anî ziman ku tîmên endizyarî yên leşkerî gund ji mayînan paqij dikin.

Gundê El-Şecele girêdayî bajaroka Hecîn e.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku QSD`ê qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê bi navê Şerê Tunekirina Terorê ji bo rizgarkirina rojhilatê Çemê Firatê di 11`ê Îlonê de destpê kir.

Heta niha herêmeke berfireh ji çeteyan hatiye rizgarkirin

(kc)

ANHA