Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe xizmetê dike

Heyva Sor a Kurd li kampa Eyn Îsa bi sedan koçberên nexweş rexmî derfetên kêm jî derman dike.

Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe xizmetê dike
Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe xizmetê dike
Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe xizmetê dike
Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe xizmetê dike
Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe xizmetê dike
Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe xizmetê dike
Heyva Sor a Kurd li gorî derfetên xwe xizmetê dike
25 îlon, 2018   06:22

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Heyva Sor a Kurd di 6`ê Mijdara 2016`an de navendek li kampa Eyn Îsa bi armanca pêşkêşkirina dermanan ji bo koçberan vekir.

Navend ji 3 projeyên li ser nexweşiyên jinan, zarok û hundirîn pêk tê. Di navendê de 3 bijîşkên pispor, 4 endamên destwerdana lezgîn û 3 ebe dixebitin. Her wiha beşa aşleyan bi awayekî asayî aşleyên sorik, laşmanya û gelek aşleyên din pêşkêş dike.

Dermanxane jî derman û gelek xizmetên tenduristiyê li gorî derfetan ji nexweşan re pêşkêş dike.

Navend rojane nêzî 250-300 nexweşan ji koçberên kampê pêşwazî dike. Nexweşiyên ku li navendên neyên dermankirin, ji nexweşxaneya Girê Spî re tên şandin û li ser mesrefa navendê tên dermankirin.

Têkildarî mijarê her du koçberên kampê dayika Mihemed û Xedîce El-Ebdullah spasiya xebatên endamên navendê û başiya danûstandina wan a bi nexweşan re kir.

Têkildarî heman mijarê koordînatorê Heyva Sor a Kurd Ciwan Seîd tekez kir ku navend 24 saetan nexweşan pêşwazî dike. Her wiha destnîşan kir ku bi gelek hemleyên zanakirina xweparastina ji nexweşiya wêran û tîfoîdê di nav kampê de bi rê ve dibin.

Her wiha gelek rêxistinên ku di warê tenduristiyê de wekî Bijîşkên Sînornenas di nav kampê de dixebitin. Lê xebatên wan tenê di şêwira nexweşiyan de dimînin û tu dermanan pêşkêş nakin.

Ev helwestên rêxistinan di dema hewcedariya koçberan bi derman û tedawiyê de heye û di nav şert û mercên dijwar de rastî bertekên koçberan tên.

(şx)

ANHA