Li Xezayê ciwanek mir, 90 kes birîndar bûn

Di xwepêşandanên li Filistînê de ciwanekî filîstînî jiyana xwe ji dest da û 90 kes jî birîndar bûn.

Li Xezayê ciwanek mir, 90 kes birîndar bûn
25 îlon, 2018   07:03

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku duh ciwanê bi navê Fayîz Ebo Sadiq (21) jiyana xwe ji dest da û 90 kesên din di encama golubarana artêşa Îsraîlê li ser komeke welatiyan ku li ser sînorê berava bakurê rojavayê Xezayê bû, birîndar kirin.

Nûçegihanê me da xuya kirin ku 10 kesên ku bi guleyan birîndar bûne, rakirin nexweşxaneyên Şîfa û Endinosî li bajarokê Bêt Lehiya da ku werin dermankirin.

Bi sedan welatiyan li berava Xezayê xwepêşandan li dar xistibûn, ji ber wê yeke hêzên Îsraîlê gule û bombeyên gazê avêtin welatiyan. Ji bo ku ji hêla sekvanan ve neyên hedefgirtin, bi dehan ciwanan agir li nêzî berava başûrê Xezayê pê xistin.

(jo)

ANHA