Ji Şaredariya Gel a Reqayê xebatên hêja

Şaredariya Gel a Navendî ya Reqayê bê navber xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş dike.

Ji Şaredariya Gel a Reqayê xebatên hêja
Ji Şaredariya Gel a Reqayê xebatên hêja
Ji Şaredariya Gel a Reqayê xebatên hêja
Ji Şaredariya Gel a Reqayê xebatên hêja
Ji Şaredariya Gel a Reqayê xebatên hêja
Ji Şaredariya Gel a Reqayê xebatên hêja
25 îlon, 2018   06:11

FECIR EL-XALID / REQA

Bi nêzîkbûna zivistanê re werşeyên Şaredariya Gel a Navendî ya Reqayê xebatên sererastkirina toreyên kanalîzasyonê li taxên Til Ebyed, Seken Şebabî û El-Besîr didomîne.

Şaredarî kolanên sereke yên bajêr ji bermahiyên şer paqij dike. Kolanên 23 Sibatê, Til Ebyed, kolana El-Wadî (Gelî) û kolana El-Mensûr ji aliyê şaredariyê ve hatin paqijkirin. Şaredarî bermahiyên paqij dike, vediguhêze cihekî derveyî bajêr ku ji bo van bermahiyan hatiye amadekirin.

Rê tên qîrkirin

Ji aliyê din ve werşeyên kar ên girêdayî şaredariyê piştî bidawîkirina xebatên qîrkirina rêyên sereke wekî rêya Sûr Bexda, El-Seciyê, Til Ebyed û gelek rêyên din, niha werşeyên kar rêyên bajêr ji kolana 23’yê Sibatê û heta Nexweşxaneya Niştîmanî qîr dikin.

Ji bo bedewiya bajêr şaredariyê dest bi boyaxkirina peyarêyên sereke kiriye. Werşeyên kar Çerxerêya El-Sewami ku bi navê Çerxerêya El-Sunbilê tê naskirin, boyax dike. Piştî bidawîbûna wê xebatê dê hemû peyarêyên bajêr boyax bikin.

Têkildarî xebatên gihandina ava vexwarinê ji taxên bajêr re, rêveberê Buroya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel ê Reqayê Casim El-Xelef destnîşan kir ku taxên wekî yên herêma rojhilatê rawestgehan nêzî stasyona kehrebeyê, herêmên rojhilatê depoyên genim, herêmên bilind li Rimêlê û herêma El-Sibahiyê av hîna negihaştiyê. Her wiha El-Xelef diyar kir ku sedema vê pirsgirêkê nexebitandina stasyonên Bîr El-Heşem û El-Hedir e. Ev her du stasyon di nav avahiyên wêrankirî de ne. Ji ber wê werşeyên sererastkirinê nikarin xwe bigihîninê. Lê av digihîje herêmên din.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li taxên ku behsa wan tê kirin, şaredarî avê bi rêya sehrîcan li şêniyan belav dike.

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞ`ê di dîroka 20`ê Mijdara ji hêla QSD’ê ve di sala borî de, Şaredariya Gel a Reqayê ji bo vegerandina bedewiya bajêr bi hemû hêza xwe bê navber dixebite.

(şx)

ANHA