Konê sersaxiyê ji bo Îbrahîm Ayhan di roja duyemîn de ye

Merasîma sersaxiyê ya parlamenterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan di roja xwe ya duyemîn de li bajarê Kobanê berdewam dike.

Konê sersaxiyê ji bo Îbrahîm Ayhan di roja duyemîn de ye
Konê sersaxiyê ji bo Îbrahîm Ayhan di roja duyemîn de ye
Konê sersaxiyê ji bo Îbrahîm Ayhan di roja duyemîn de ye
Konê sersaxiyê ji bo Îbrahîm Ayhan di roja duyemîn de ye
Konê sersaxiyê ji bo Îbrahîm Ayhan di roja duyemîn de ye
Konê sersaxiyê ji bo Îbrahîm Ayhan di roja duyemîn de ye
24 îlon, 2018   10:09

KOBANÊ

Konê sersaxiyê li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê hatiye vedan. Ji saetên serê sibehê ve gel tevî saziyên ewlekarî û saziyên civaka sivîl berê xwe dide konê sersaxiyê.

Li konê sersaxiyê der barê kesayeta wî û hezkirin û xizmetê wî ji Kobanê re axaftin hatin kirin.  Bi navê Desteya Hundirîn a Kobanê Nebo Bilbelî axivî û sersaxî ji heval û malbata Îbrahîm Ayhan re xwest û wiha got: “Em kesayetekî wekî Îbrahîm hevaltî û keda wî ji bo gelê Kobanê ji bîr nakin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim jî axivî û da zanîn ku tu carî gelê Kurd sertewandin qebûl nekir, Îbrahîm Ayhan li hemberî zilm û zordariyê kedeke mezin da û ji bo azadiya gelê xwe bi salan di zindanê de li ber xwe da.”

Konê sersaxiyê heta saetên êvarê dê vekirî be.

Cenazeyê siyasetmedarê Kurd û parlamenterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ku li Hewlerê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Şirnexê, şandin navçeya Sîwereg a Rihayê.

Malbat û heyeta HDP'ê dê cenazeyê Ayhan îro li Goristana Nato ya Sîweregê bi merasîmeke girseyî bispêrin axê.

(hh-sn/kc)

ANHA