Ciwanan ji şervanên birîndar ên QSD`ê re şahiyek li dar xist

Endamên Navenda Şehîd Hanî El-Elîs a Meclisa Ciwanên Tebqayê ji birîndarên QSD`ê re şahiyek li Mala Birîndaran a Tebqayê li dar xist.

Ciwanan ji şervanên birîndar ên QSD`ê re şahiyek li dar xist
Ciwanan ji şervanên birîndar ên QSD`ê re şahiyek li dar xist
Ciwanan ji şervanên birîndar ên QSD`ê re şahiyek li dar xist
Ciwanan ji şervanên birîndar ên QSD`ê re şahiyek li dar xist
Ciwanan ji şervanên birîndar ên QSD`ê re şahiyek li dar xist
24 îlon, 2018   08:57

TEBQA

Rêveberên Mala Birîndaran, endamên Meclisa Ciwanên Tebqayê, Yekitiya Jinên Ciwan û fermandarên QSD`ê tev li şahiyê bûn.

Şahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên Meclisa Ciwanan Mihemed El-Hemûd axivî û destnîşan kir ku şervanên birîndar bûne ji bo azadî û rizgarkirina gelan ji zilm û hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê parçeyek ji laşê xwe dan.

Her wiha şervanê birîndar ê QSD`ê Ciwan Reqa destnîşan kir ku ew bi ciwanên herêmê serbilind in, ji ber ku ew ê rêya têkoşînê berdewam bikin û bi hev re têkoşîna xwe berdewam bikin û asta wê bilind bikin.

Şahî bi xelekên govendê bi dawî bû.

(bx)

ANHA