Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Têkiliyên Rûsya û Îsraîlê ji ber xistina balafira Rûsyayê dijwartir dibin. Serokkomariya Iraqê rastî nakokiyên her du partiyên kurdî yên mezin tê, piştî ku Barzanî namzetiya Berhem Salih ji bo serokkomariyê red kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
24 îlon, 2018   08:29

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa aloziya têkiliya di navbera Rûsya û Îsraîlê de û encamên hevpeymana Soçiyê der barê Idlibê de kir. Rojnameyan her wiha bal kişand ser nakokiyên aliyên kurdî yên der barê paya serokkomariya Iraqê de û behsa berdewama daketina lîreyê Tirkiyeyê kir.

Şerq El-Ewsat: Moskov li dijî Til Evîvê bi hêrstir dibe û alozî ber bi dijwarbûnê ve diçe

Girêdayî mijarên Sûriyeyê rojnameyên erebî yên îro behsa aloziya di navbera Rûsya û Îsraîlê de kir. Rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku têkiliyên di navbera Rûsya û Îsraîlê de ber bi qonaxeke hêrsbûnê ve diçin. Piştî hefteyekê ji nermbûna helwesta Rûsyayê li hemberî Îsraîlê ji ber xistina balafira Rûsyayê li hemberî berava Sûriyeyê. Rûsya di helwesta xwe de behsa "keysbaziya" Îsraîlê kir. Çavdêran jî diyar kir ku her du aliyan nikaribûn nakokiyên xwe sînordar bikin.

Hin çavdêrên Rûsyayê ji rojnameyê re diyar kir ku tûjbûna daxuyaniyan ku wezaretê der barê lêhûrbûnên ku Rûsya pêşkêşî Îsraîlê kirine de, nîşan dide ku Moskov xwe ji hêrsbûnê re amade dike û dibe ku koordîneya wê di hin aliyan de li Sûriyeyê raweste. Di encamê de Til Evîv nikare êrîşên xwe yên ezmanî pêk bîne û Moskov li benda tevgereke cidî ya Îsraîlê ye da ku mijarê çareser bike.

Rojnameya El-Ereb: Nakokiyên opozîsyonê tiliyan li ser tetikê dihêle

Girêdayî rewşa Idlibê rojnameya El-Ereb behsa encamên hevpeymana Soçiyê kir û got ku koma Huras El-Dîn a Îslamî ya radîkal li parêzgeha Idlibê hevpeyama Tirkiye û Rûsyayê red kir û got ku ew ji devera bêçek dernakeve û bang li opozîsyonê kir ku çalakiyên xwe yên leşkerî zêde bikin.

Rojnameyê diyar kir ku Tirkiye niha li hemberî dijberiya komên îslamî yên radîkal ku alîkariya wan dikir, rû bi rû dimîne. Cebhet El-Nusra jî û hin tabûrên din radestkirina çek û deverên di bin dagirkeriya wan de red kir. Dibe ku Enqere neçar bimîne ku tedbîrên hişk li hemberî hin tabûran wergire. Nêrîna Rûsya û Tirkiyeyê der barê tabûrên leşkerî li Idlibê de nakok in. Enqere terorîstan tenê di nava Cebhet El-Nusra de dibîne û Moskov jî piraniya komên çekdar ên li Idlibê terorîst dibîne. Di encamê de mijara jihevderxistinê gelekî dijwar dibe û pêdiviya wê bi danûstandinên din heye.

Iraq

Der barê xebatên avakirina hikumeta Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa nakokiyên di navbera aliyên kurdî de yên girêdayî paya serokkomariyê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ji ber namzetiya serokkomarê Iraqê mala kurdî diheje." Rojnameyê diyar kir ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK)  bi serokatiya Masûd Barzanî namzetiya Berhem Salih ji bo serokkomariyê red kir û Fûad Hisên pejirand.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya El-Heyat diyar kir ku Îsraîl gefxwarinên xwe li dijî welatiyên Xan El-Ehmer didomîne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl ji welatiyên Xan El-Ehmer dixwaze ku xaniyên xwe bi xwe hilweşînin."

Lubnan

Girêdayî xebatên çalakiya siyasî û xebatên avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa pêşniyarên Almanyayê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Pêşniyara Merkel nakokiyê di navbera 'Emel' û 'Şepêl' de nû dikeç"

Aloziya aborî ya Tirkiyeyê

Girêdayî mijara aloziya aborî ya Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb behsa senaryoyên dijwartir ên li hemberî aloziya aborî ya Tirkiyeyê kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Piştî girtina deriyê krediyên derve bankayên Tirkiyeyê li ba dibin.”