Konferansa damezirîner a Yekîtiya Mamosteyên Dêrazorê bi dawî bû

Konferansa 1`emîn a damezirîner a Yekîtiya Mamosteyan a Dêrazorê bi rêziknameyekê û hilbijartina desteyek rêveber ji 7 endaman bi dawî bû.

Konferansa damezirîner a Yekîtiya Mamosteyên Dêrazorê bi dawî bû
23 îlon, 2018   14:53

DÊRAZOR

Bi dirûşmeya "Mamoste afirînerên hişmendî û embara zanistê ne" Konferansa 1`emîn a damezirîner a Yekîtiya Mamosteyên Dêrazorê li hola civînan a navçeya El-Kesrat bi beşdarbûna şandeyên ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê û bi sedan mamosteyên Dêrazorê û gundewarên wê li dar ket.

Di konferansê de gelek axaftin ji aliyên şandeyên beşdaran ve hatin kirin. Her wiha rêziknameya yekîtiyê hate xwendin, nîqaşkirin û ji aliyê delegeyan ve hate kirin.

Rêzikname rêgezên Yekîtiya Mamosteyan, armancên yekîtiyê têkildarî mafên mamosteyan û hewldanên ji bo birêxistinkirina mamosteyan di civakê de da karibin berpirsyariya xwe li hember civakê bi cih bînin, dihewîne.

Xebatên konferansê bi hilbijartina desteyek rêveber a Yekîtiya Mamosteyan a Dêrazorê ji 7 endaman bi dawî bû.

(şx)

ANHA