Şehîd Hebîb li goristana Şehîd Sêvdar hate oxirkirin

Sedan kesî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hebîb El-Cild oxir kirin.

Şehîd Hebîb li goristana Şehîd Sêvdar hate oxirkirin
Şehîd Hebîb li goristana Şehîd Sêvdar hate oxirkirin
Şehîd Hebîb li goristana Şehîd Sêvdar hate oxirkirin
Şehîd Hebîb li goristana Şehîd Sêvdar hate oxirkirin
23 îlon, 2018   14:49

REQA

Bi sedan şêniyên herêma El-Kerama cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Hebîb El-Cilid ê ku dema erka xwe pêk di anî şehîd bû bi merasîmekê li goristana Şehîd Sêvdar a gundê Cedîda yê rojhilatê herêma Kerama oxir kirin.

Kerwanê oxirkirina cenaze ji gundê Semrayê ber bi goristana Şehîd Sêvdar ve bi rê ket.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn ve dest pê kir. Paşê bi navê Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Keramayê Mihemed El-Bercis axivî û diyar kir ku ew wekî Hêzên Ewlekariya Hindirîn heta dilopa dawî ya xwînê dê şopdarên xeta şehîdan bin.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Keramayê Ehmed El-Meter jî sersaxî ji malbata şehîd Hebîb re xwest û soza da ku xwedî li cangoriyên azadiyê derkevin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Gireseya gel derbestê şehîd di nava dirûşmeyan de spartin axê.

ANHA