Ji bo Ibrahîm Ayhan konê sersaxiyê li Kobanê hate vedan

Li Kobanê ji bo wefata wekîlê berê yê HDP‘ê Ibrahîm Ayhan konê taziyê hate vedan.

Ji bo Ibrahîm Ayhan konê sersaxiyê li Kobanê hate vedan
Ji bo Ibrahîm Ayhan konê sersaxiyê li Kobanê hate vedan
Ji bo Ibrahîm Ayhan konê sersaxiyê li Kobanê hate vedan
Ji bo Ibrahîm Ayhan konê sersaxiyê li Kobanê hate vedan
Ji bo Ibrahîm Ayhan konê sersaxiyê li Kobanê hate vedan
Ji bo Ibrahîm Ayhan konê sersaxiyê li Kobanê hate vedan
23 îlon, 2018   18:00

KOBANÊ

Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê ji ber wefata Wekîlê berê yê HDP'ê Ibrahîm Ayhan ku 20'ê Îlonê li Hewlêrê bi krîza dil çûyî ser dilovaniya xwe, konê sersaxiyê veda.

Nûnerên sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, hevserokên Meclisa Rêvebera a kantonê Bêrîvan Hesen û Enwer Muslim, nûnerên partiyên siyasî û bi sedan şênî di merasîmê sersaxiyê de amade bûn.

Di bin konê sersaxiyê de deqeyeke rêzgirtin pêk hat, paşê axaftin hatin kirin. Enwer Muslim, Rêveberê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Gêlo Îsa, bi navê Komîteya Olî ya Kobanê Ezedîn Sofî, Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mihemed Hemza û bi navê şêniyên Efrînê yê Kobanê Mihemed Hemîd axivîn.

Di axaftinan de, sersaxî ji malbata Ibrahîm û tevahî gelê Kurd hate xwestin û hate gotin "Gelê Kurd bi wefata Ayhan kesayeteke şoreşger winda kir."

Kesên axivîne, diyar kirin ku Ibrahîm di dema êrîşên çeteyan ên li ser Kobanê de bi gel re têkoşîn da meşandin û bê westandin xizmet kir.

Di axaftinan de, her wiha banga şopandina xeta Ibrahîm hate kirin.

Konê sersaxiyê dê du rojên din vekirî be.

ANHA