Parêzerê Ocalan: Hewl didin rêyekê ji bêhiqûqiyê re peyda bikin

Parêzerê Ocalan, Îbrahîm Bîlmez destnîşan kir ku qedexeya hevdîtina parêzeran a heta 6 mehan, helwdana peydakirina rêyekê ji bêhiqûqiyê re ye û diyar kir ku prosedureke bêhiqûqî li Îmraliyê tê meşandin.

Parêzerê Ocalan: Hewl didin rêyekê ji bêhiqûqiyê re peyda bikin
22 îlon, 2018   13:49

MURADA KENDA / NAVENDA NÛÇEYAN

Serlêdana hevdîtinê ku malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 14’ê Îlano 2018’an de li Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê kiribû, bi hinceta “cezayê disîplînê” hatibû redkirin. Berê jî serdozgeriyê 93  caran bi hincetên wekî “Koster xirabe ye”, “Keştî tê temîrkirin”, “Rewşa awarte” serlêdanên hevdîtinê red kiribûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk bi daxwaza Dadgeriya Înfazê ya Yekemîn a Bursayê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş de biryareke nû da. Di biryara dadgeriyê de hevdîtina parêzeran heta 6 mehan hate qedexekirin.

Parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez, biryar ji ANHA’yê re nirxand.

 ‘Em nizanin ka li Îmraliyê çi diqewime’

Bîlmez diyar kir ku dema ku malbatan ji bo hevdîtinê serlêdan kiriye, haya wan ji vê biryarê çêbûye û wiha got: “Em wek parêzerên muwekîlên xwe bi tevahî derveyî vê pêvajoyê hiştin. Em nizanim ka çima cezayê disîplînê dane, li Îmraliyê çi diqewime û haya me ji tiştekî nîn e. Di encama tecrîda mutleq de em nikarin tev li pêvajoyên hiqûqî bibin û mafên muwekilên xwe biparêzin. Em bi tu awayî nikarin agahiyekê ji muwekîlên xwe wergirin û ev yek jî nîşan dide bê ka rewş çi qas krîtîk û xeternak e.”

‘Sedema cezayê disîplînê nabêjin’

Bîlmez diyar kir ku tu sedemek ji bo cezayê disîplînê nîn e û wiha pê de çû: “Ev ceza di sala 2010’an de dabûn. Di sala 2010’an de dema birêz Ocalan bi tena serê xwe li Îmraliyê dihate girtin, gelek caran ev rêbaz bi kar dianîn. Muwekîlê me Abdullah Ocalan ji ber hin hevokên di parastin û hevdîtinên xwe de gotibûn, cezayê disîplînê dabûnê. Mesela di hevdîtineke parêzeran de ji ber hevoka “Perwerdeya  bi zimanê dayikê maf e” cezayê disîplînê li birêz Ocalan birîbûn. Lê belê bi salan şûnde ev ceza çima dane, em nizanin.”

Li Tirkiyeyê bêhiqûqî li her derê ye

Bîlmez diyar kir ku tu awayî tev li pêvajoyê nayên kirin û wiha got: “Em wek parêzer dê hemû rêyên hiqûqî biceribînin. Em ê cezayê disîplînê bişînin ber dadgeha destûrê. Lê êdî hiqûq bi erka xwe ranabe. Dema ku civakê çavên xwe li bêhiqûqiuya li Îmraliyê girt, bêhiqûqî li tevahiya Tirkiyeyê belav bû.”

Bîlmez  destnîşan kir ku cezayê disîplînê yê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln û qedexeya hevdîtinê ya ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê ji hev cuda nîn in. Bîlmez wiha lê zêde kir: “Li Îmraliyê bêhiqûqî di aste herî jor de ye û tecrîda mutleq êdî ji hedê xwe derketiye. Kîjan zagonê bixwazin bi biryarnmeyekê diguherin an jî yeke nû derdixin. Guh nadin hiqûqa navneteweyî. Ji hêla hiqûqî ve, ev yek sûc e. Li tu derê qedexeya parêzeran ji bo muwekîlan tune ye. Ev prosedur ji serî heta binî bê hiqûq e. Hewl didin ji vê bêhiqûqiyê re rêyekê  bibînin. Lê belê ev bêhiqûûqiyeke pir mezin e.”

Îbrahîm Bîlmez herî dawî diyar ki ku bêhiqûqiyê li ser tevahiya civakê pêk tînin, banga bihîzyariyê li raya giştî kir û her wiha got divê CPT û Dadgeha Mafên MIrovan a Ewropayê mudaxeleyê lê bike.

ANHA