Toreyên kanalîzsyona Şedadê tên sererastkirin

Şaredariya Gel a navçeya Şedadê dest bi sererastkirina toreyên kanalîzsyonê kir.

Toreyên kanalîzsyona Şedadê tên sererastkirin
22 îlon, 2018   14:10

HESEKÊ

Piştî gazinên şêniyan, Şaredariya Gel a navçeya Şedadê dest sererastkirina toreyên kanalîzsyonê yên navçeyê kir.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, wê toreyên kanalîzsyonê bi 18 milyon û 500 hezar leyreyên Sûriyê werin sererastkirin. Li gorî hevpeymana di navbera Şaredariya Gel û muthedekî de ev proje herî dereng di 80 rojî de bi dawî bibe.

Cigirê Hevserokên Şaredariya Gel a navçeya Şedadê  Husam El-Tean derbarê mijarê de axivî û got wan bi dirêjahiya kîlomitir û nîvekê  toreyên kanalîzsyonê danîne.

Husam  tekez kir ku gelek projeyên wan wekî qîrkirina rêyên navçeyê hene û ew ê pêk bînin.

ANHA