Komîteya Xweparastinê ya Reqayê şert û mercên beşdariyê diyar kirin

Komîteya Parastin û Xweparastinê ya bajarê Reqayê deriyê beşdarbûnê li pêşiya ciwanên Reqayê bi daxuyaniyekê vekir û tê de mercên ku divê li ba beşdaran hebin, diyar kirin.

Komîteya Xweparastinê ya Reqayê şert û mercên beşdariyê diyar kirin
22 îlon, 2018   12:52

REQA

Di çarçoveya xebatên parastina rewa de, Komîteya Parastin û Xweparastinê ya Reqayê bi daxuyaniyekê deriyê beşdarbûna nava Yekîneyên Erka Xweparastinê li pêşiya ciwanan vekir.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Komtîeya Parastin û Xweparastinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Semîra El-Ehmed ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin:

"Li ser bingeha erka xweparastinê û parastina rewa ku weke erkeke niştimanî, mirovahî û exlaqî tê destgirtin li ser mile hemû encamên civakê ye da ku parastina nirxên xwe bikin û parastina jiyana hevbeş û wekheviyê û parastina rengîniya civaka demokratîk ji metirsiyên derve û terorîst û êrîşên li dijî projeya demokratîk û di serî de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ku sivîlan armanc dikin û hewl didin zemîna çandî ya jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmê têk bibin. Ji bo vê yekê Komîteya Parastin û Xweparastinê ya Reqa deriyê beşdarbûna nava xebatên parastinê li pêşiya ciwanên Reqayê vekir.

Mercên beşdarbûna nava yekîneyên erka xweparastinê wiha ne:

1-Divê temenê beşdaran di navbera 18 û 35 saliyê de be.

2-Divê xwedî danûstandineke baş be û ji aliyê civakê ve were qebûlkirin.

3-Divê xwedî tenduristiyeke baş be û tu nexweşî pê re tune bin.

4-Divê ji çûna her devereke cografyaya Bakurê Sûriyê li gorî pêwîstiyên leşkerî re amade be.

5-Divê li gorî sîstema leşkerî ya Hêzên Erkaxweparastinê tev bigere û rêziknameya wan erê bike.

6-Divê xizmeta foca leşkerî bi dirêjahiya 32 mehan bike û dikare vê demê dirêjtir bike.

7-Beşdarên foca leşkerî mûçeyeke mehane bi qasî 200 dolarên Amerîkî werdigirin û dibe were zêdekirin.

8-Beşdarên foca leşkerî her 15 rojan carekê dikare 3 rojan betlane wergire, ji bilî rewşên awarte.

9-Beşdarên foca leşkerî ji Erka Xweparastinê tên efûkirin.

10-Malbata beşdarên foca leşkerî dikarin ji sîgorteya tenduristiyê bi awayekî qanûnî sûdê wergirin.

11- Di rewşên ku beşdarek rastî astengdariyê hat de ku nikare erka xwe ya leşkerî pêk bîne, mûçeyên wan tên domandin.

12-Piştî 12 salan ji xizmeta li pey hev di foca leşkerî de beşdar dikarin bi awayekî qanûnî ji kar derkevin.

13-Beriya ku xizmet temam nebe ji kar nayê derxistin, tenê bi erêkirina Fermandariya Giştî ya Hêzên Erkaxweparastinê û divê hincetên balkêş bêne pêşkêşkirin.

ANHA