Encama êrîşa Îranê giran dibe: 24 kes mirin

Ji ber êrîşa çekdarî ya li bajarê Ahvaz ê Îranê ku li dijî merasîmeke leşkerî hate kirin, herî kêm 24 kes mirin.

Encama êrîşa Îranê giran dibe: 24 kes mirin
22 îlon, 2018   11:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî bîlançoya ku di ajansa nûçeyan a fermî ÎRNA de hate weşandin, herî kêm 24 kes mirin, 53 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiya Tehranê ragihand ku "rejîmeke biyanî" ya destekê ji Washîngtonê digire ji êrîşê berpirsyar e. Li gorî rayedarên herêmî êrîş ji aliyê çar kesan ve hate kirin û du jê hatin kuştin, du jî hatin girtin.

Eniya Gel a Demokratîk a Ahvazê bi daxuyaniyeke kurt berpirsyariya êrîşê li xwe girt. Rêxistinê got, "Şervanên me yên Eniya El Ahvaz a Şoreşger û Têkoşer bi wêrekî danê sibehê li dijî dagirkerên Welayetî Fekî çalakiyeke mezin kirin."