Meclisa Sivîl a Dêrazorê serdana kampa Îwa kir

Meclisa Sivîl a Dêrazorê daxwazên welatiyên herêma Hecînê ku li kampa Îwa dimînin, guhdar kirin. Meclisê da zanîn ku dê pêdivî û daxwazên welatiyan pêk bînin.

Meclisa Sivîl a Dêrazorê serdana kampa Îwa kir
22 îlon, 2018   11:17

DÊRAZOR

Welatiyên bajarokê Hecîn û herêmên girêdayî wê ku ji zilma çeteyên DAIŞ'ê direvin, berê xwe didin kampa Îwa. Heta niha 200 kes li kampê bi cih bûne.

Bi armanca naskirina pêdiviyên koçberan, îro Meclisa Sivîl a Dêrazorê serdana kampê kir. Di serdanê de welatiyên herêma Hecînê li ser tiştên ku QSD'ê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê pê radibin, spasiya wan kir.

Koçberan xwest noqteyeke tenduristiyê ji bo derman û xizmeta tenduristiyê li kampê vebe. Endamên meclisê da zanîn ku dê daxwaza welatiyan pêk bînin û alîkariya wan bikin.

Bi sedan welatiyên Hecînê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê ji herêmê derketibûn, çeteyan ew wek mertalên zindî bi kar dianîn û taybet piştî pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ku bi navê Şerê Tunekirina Terorê dest pê kir, Meclisa Sivîl a Dêrezorê bi hevkariya QSD'ê kampek ji koçberan re vekir heta ku herêma wan ji çeteyan tê rizgarkirin.

 (jo)

ANHA