Şerê Tunekirina Terorê: 26 çete hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku wan di van 24 saetên dawîn de 26 çeteyên DAIŞ'ê di çarçoveya Şerê Tunekirina Terorê de li gundewarên Dêrazorê kuştine. QSD'ê da zanîn ku wan firokeyeke çeteyan li ezmanê El-Baxoz xistiye xwarê.

Şerê Tunekirina Terorê: 26 çete hatin kuştin
22 îlon, 2018   12:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro encamnameya şer û pevçûnên 24 saetên dawîn ên li devera Hecîn ku devera herî dawîn di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de li rojhilatê çemê Firatê ye, ragihand.

Encamname wiha ye:

Aliyê El-Baxoz

Piştî ku hêzên me karibûn bajarok ji destên çeteyan rizgar bikin, hemleyeke lêkolîn û paqijkirinê di hundirê bajarok û derdora wê de da destpêkirin. Tîmên taybet ên bêbandorkirina mayinan bi dehan mayin dîtin û bê bandor kirin.

Tevgera çeteyan li vê eniyê, çeteyan xwest ber bi bajarok ve pêşve werin û di êrîşa xwe de çekên giran û navîn bi kar anîn. Çeteyan di êrîşa xwe de sekvan jî li dijî şervanên me bi kar anîn. Êrîşa çeteyan rastî berxwedana şervanên me hat û pevçûnên dijwar rû dan. Di encamê de sekvanekî çeteyan hate kuştin.

Çeteyan her wiha firokeyên bêpîlot li ezmanê El-Baxoz bi kar anîn. Firokeyên çeteyan ji aliyê şervanên me ve hatin xistin.

Serê vê sibehê balafirên Koalîsyona Navneteweyî tuneleke çeteyan armanc kir û di encamê de 3 çete hatin kuştin. Piştre heta dema amadekirina vê raporê bêdengî serwer e.

Aliyê El-Sûsê

Li vê eniyê heta astekê bêdengî heta şevê din serwer bû û çete bê tevger bûn. Serê vê sibehê û heta dema amadekirina vê raporê bêdengî hê jî li vê eniyê serwer e.

Encamên êrîşên ezmanî û kuştiyên çeteyan li giştî aliyan

10 êrîşên ezmanî pêk hatin. 26 çete hatin kuştin û tuneleke çeteyan hate hilweşandin û xaleke parastinê ya li nêzî El-Baxoz hate rûxandin.