Konferansa mamosteyan dest pê kir

Li Reqayê yekemîn konferansa Yekitiya Mamosteyan bi dirûşma "Pêşeroja me bi yekitiya me ye" dest pê kir.

Konferansa mamosteyan dest pê kir
Konferansa mamosteyan dest pê kir
Konferansa mamosteyan dest pê kir
Konferansa mamosteyan dest pê kir
22 îlon, 2018   09:04

REQA

Yekemîn konferansa Yekitiya Mamosteyan li Hola El-Tac a bajarê Reqayê tê lidarxistin. Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa, endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriyeyê ya Demokratîk Hesen Mihemd Elî, ciwanên Reqayê, endamên Meclisa Jinan û şandeyên ji herêmên Bakurê Sûriyeyê, beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê dîwana konferansê hate hilbijartin.

Tê payîn ku rêziknameya Yekitiya Mamosteyan di konferansê de were nîqaşkirin. Konferans didome.

(bx)

ANHA