'Hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya Idlibê berdewam nake'

Rojnamegerê ji Brîtanyayê Patrik Cockburn diyar kir ku hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de dirêj nake, ji ber ku terorîst dest ji çekên xwe bernadin û rêjîm jî dixwaze serweriya xwe li ser Idlibê ferz bike.

'Hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya Idlibê berdewam nake'
22 îlon, 2018   09:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameger Patrik Cockburn nivîseke xwe bi navê "Dewletên rojavayî El-Esed neçar kir ku xwe biavêje hembêza Pûtîn” weşand. Nivîskar di gotara xwe de diyar kir ku lêkolîner li hemberî hevpeymana di navbera serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de ji bo rawestandina êrîşa hêzên rêjîmê li dijî komên terorîst ên li Idlibê bi guman in.

Cockburn got ku ev gumanên lêkolîneran dibe ku werin fêmkirin, ji ber ku eger hevpeyman pêk were komên çekdar dê hêza xwe bi temamî winda bikin, nemaze devereke bêçek dê were avakirin û dê di bin çavdêriya Rûsya û Tirkiyeyê de be. Avakirina vê deverê têkçûneke mezin ji komên terorîst re ye, her wiha komên terorîst dê rêya di navbera Idlib û Heleb, Laziqiye û Hemayê de winda bikin.

Nivîskar diyar dike ku pêkanîna vê hevpeymanê dijwar e, nemaza komên çekdar ji hev cuda ne û xwedî armancên cuda ne û wiha dibêje: "Wekî mînak gelo komeke ku xwe dispêre fikra El-Qaîdeyê wekî Heyet Tehrîr El-Şam dê çawa dest ji hêz û çeka xwe berde."

Nivîskar destnîşan dike ku rêjîma Sûriyeyê ku ragihand dê li gorî hevpeymanê tev bigere, tu carî heta demeke dirêj li gorî vê hevpeymanê tev nagere, ji ber ku dibîne divê hêdî hêdî serweriya xwe li ser Idlibê ferz bike.