Di 23'yê Îlonê de dibistan vedibin, 64 hezar û 29 xwendekar hatin tomarkirin

Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Efrînê Eliya Ebdo da zanîn ku deriyê tomarkirinê ji xwendekarên seretayî re vekiriye û tekez kir ku dibistan dê 23'yê Îlonê vebin.

Di 23'yê Îlonê de dibistan vedibin, 64 hezar û 29 xwendekar hatin tomarkirin
22 îlon, 2018   08:58

ELÎ KEDRO – CEFER CEFO / ŞEHBA

Di hevpeyvînekê de ku ANHA'yê bi endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Efrînê Eliya Ebdo re pêk anî, Eliya da zanîn ku sala çûyî tevî derfetên kêm wan bi awayekî serkeftî sala xwendinê bi dawî kir û karname li ser şagirtan belav kirin û wiha got: "Piştî dijminatiya Tirkiyeyê li ser kantona Efrînê ku her tişt şewitand û şagirt bê xwendin hiştin."

Eliya destnîşan kir ku wan wek komîte ji 15'ê îlonê ve deriyê tomarkirinê li pêşiya xwendekarên seretayî, navîn û amadehî vekiriye û da zanîn ku gelek xwendekar xwe tomar dikin û wiha got: "Morala xwendekaran bilind e, ji ber tevî her tiştî ku pêk hat dê xwendekar xwendina xwe dewam bikin."

Eliya da zanîn ku heta niha 64 hezar û 26 xwendekaran xwe tomar kiriye û 944 mamoste ji bo sala xwendinê amade ne û tekez kir ku di 23'yê Îlonê dê dibistan vebin.

Eliya Ebdo di dawiya axaftina xwe de got ku wan di aliyê vekirina dibistanan de zehmetî kişandiye û wiha got: "Ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê û artêşa Tirk a dagirker gelek dibistanên herêmê hatin rûxandin."

(jo)

ANHA