Gundiyên li ser sînor: Em ji gundên xwe dernakevin

Welatiyên gundê Xirab Kurt diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker rasterast guleyan li welatiyên gund direşînin û piştrast kir ku aliyên navneteweyî artêşa Tirk ceza nakin û di encamê de leşkerên Tirk hovîtiya xwe der heqê welatiyan de zêde dikin.

Gundiyên li ser sînor: Em ji gundên xwe dernakevin
22 îlon, 2018   08:42

EHMED SEMÎR – MURADA KENDA / QAMIŞLO

Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an ve artêşa Tirk a dagirker destdirêjiyan li gundên nêzî sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdsitanê de dike. Di encama van kirinên artêşa Tirk de heta niha bi sedan welatiyên Rojava bûne qurbanî û bi sedan birîndar bûn. Li hemberî van kirinên Tirkiyeyê aliyên herêmî û navneteweyî jî hê jî bê deng in. Artêşa Tirk herî dawî gule li welatiyên gundê Xirab Kurt ê girêdayî kantona Qamişloyê reşandin.

Leşkerên Tirk di 20'ê Îlonê de gule li welatiyên gundê Xirab Kurtê reşandin û di encamê de zarokê bi navê Ebdullah Berzan (13) ku pezê malbata xwe diçêrand, bi giranî birîndar bû. Ji ber giraniya birînê ku gulçîkeke wî têk çû û ziyan bi hestîpiştê wî bûye, ji bo dermankirinê zarok ji nexweşxaneyên başûrê Kurdistanê re hate şandin.

Welatiyên gund diyar kir ku leşkerên Tirk ev çend sal e dubare guleyan li welatiyên gund direşînin û hewl didin tirs û xofê bixin dilê welatiyan û neçarî koçberiyê bikin. Girêdayî mijarê welatiya bi navê Bedriye Elî (55) diyar kir ku artêşa Tirk bi van destdirêjî û kirinên der heqê welatiyên gund de hewl dide welatiyan ji gund koçber bike.

Bedriye destnîşan kir ku ew tu carî dest ji warê xwe bernadin û dê li hemberî hovîtiya artêşa Tirk li ber xwe bidin.

Welatiyê bi navê Hesen Şerîf (65) da zanîn ku leşkerên artêşa Tirk van destdirêjî û kirinên xwe der heqê welatiyên gund de dubare dikin û herî dawî zarokê bi navê Ebdullah Berzan bi giranî birîndar kirin. Şerîf da zanîn ku di encama van destdirêjiyên leşkerên Tirk de ew nikarin xebatên xwe di nava zeviyên xwe de bikin û ji ber vê yekê ziyan bi hilberîna wan a çandiniyê bûye.

Welatiyê bi navê Ehmed Seyêd Şerîf Ehmed (70) diyar kir ku leşkerên Tirk bê hincet dubare guleyan li welatiyan direşînin û armanca wan ew e ku welatiyên gund bêne koçberkirin û wiha got: "Bila hikumeta Tirkiyeyê baş bizanibe ku em tu carî dest ji axa xwe bernadin."

Ehmed got ku di encama hovîtiya leşkerên Tirk de ew nikarin pez û sewalên xwe biçêrînin û wiha anî ziman: "Tevî van destdirêjiyên leşkerên Tirk, mixabin aliyên herêmî û navneteweyî hê jî bê deng in û hesab ji artêşa Tirk nexwestine. Di encamê de leşkerên Tirk hovîtiya xwe li dijî welatiyan zêde dikin."

ANHA